Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ 2025-03-14 09:27:38 AMED - Li Taxa Şentepe ya navçeya Bismilê de welatiyan Newroza xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kirin.  Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Bismil a Amedê ku ji hêla Komîteya Amadekar a Newrozê ve tên lidarxistin, ev çar şev in didomin. Şevê din jî pîrozbahî li Taxa Şentepeyê hat lidarxistin. DEM Partiyî, endamên Meclisa Şaredariyê û bi dehan welatî tev li bûn. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo", “Bijî Newroz" û “Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.    Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Bismilê Şakir Çelîk axivî û got ew ê îsal agirê Newrozê bi daxwaza aştiyê vêxin. Çelîk, diyar kir ku bang li her kesî kir ku di 15’ê Adarê de beşdarî pîrozbahiya Newoza Bismilê bibin ku dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin.    Girseya ku li dora agirê Newrozê kom bû, heta derengiya şevê li ber dahol û zirneyê govend gerand.