Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim 2025-03-12 13:52:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Erdogan, diyar kir ku heke daxwazeke Şandeya Îmraliyê ya ji bo bo hevdîtinê çêbibe, ew ê pê re hevdîtinê bike.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, piştî civîna koma AKP’ê pirsên rojnamegeran bersivand. Ji bo pirsa “Gelo heke Şandeya Îmraliyê daxwaza hevdîtinê bike, hûn ê randevuyê bidin” wiha got: “Ez ê randevuyê bidim. Heke ji min were xwestin ez ê pê re hevdîtinê bikim.”