Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin 2025-03-12 10:55:30 RIHA - Desteya Îdarî û Şopandinê ku der barê girtiyê bi navê Sûat Berlîk ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ye rapora ‘helwesta baş’ amade kir, tevî raporê careke din li hev kom bû û bi hinceta ‘nêrîna neyînî’ înfaza wî şewitand. Girtiyê siyasî Sûat Berlîk ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê ji mafê ‘serbestiya bi şert’ bêpar ma û înfaza wî hat şewitandin. Sûat Berlîk ku 8 'ê Hezîrana 2018'an bi îdîaya 'endamtiya rêxistina terorê' hate girtin, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Serbestberdana Berlîk ku diviyabû di 22'ê Mijdara 2023'an de pêk bihata, ji aliyê Desteya Îdarî û Şopandinê ve bi îdîaya ‘helwesta wî ne baş e’ 6 mehan hat taloqkirin. Di 29 'ê Gulana 2024' an de careke din derket pêşberî desteyê û ji ber heman sedemê berdana Berlîk careke din ji bo 10 mehan hat taloqkirin.   ÎNFAZA WÎ HAT ŞEWITANDIN   Li ser vê yekê, desteyê bi hinceta ‘nêrîna neyînî’ careke din berdana Berlîk ji bo 7 mehan taloq kir. Hat hînbûn ku biryara dawî ya taloqkirinê li gorî dîroka berdanê ya Berlîk hatiye dayîn. Lewma bi vê biryarê re înfaza Berlîk hat şewitandin.   Parêzerê Berlîk, Ahmet Taş li dijî biryarê serî li Dadgerê Înfazê da û xwest ev biryar bê rakirin û Berlîk bê berdan.   MA / Emrullah Acar