Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin 2025-03-12 09:07:05 ENQERE - Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê girtiyê nexweş Yilmaz Çerçel ê 32 sal ın gırti ye, berdana wi 3 mehan hat taloqkirin.  Girtiyê bi nexweşiya giran Yilmaz Çerçel ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H a Eskîşehîrê di 17'ê Adara 1993'an de li navçeya Farqîn a Amedê bi birîndarî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin. Çerçel ji ber ku birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Çerçelê ku birin emeliyatê piştî emeliyatê hat girtin. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" "cezaya heta hetayê" li Çerçel birî.   Çerçel ku bi salan di girtîgehên Amed û Bartinê de ma, sewqî Nexweşxaneya Demargiriyê ya Bakirkoyê hat kirin. Li vir teşxîsa şîzofreniyê hat danîn. Ji ber vê Çerçel di sala 2000'î de hat berdan. Lê piştî 2 salan Çerçel careke din hat girtin.    Rojek beriya serbestberdana Çerçel, ango di 9’ê Çileyê de Lijne Îdare û Çavdêriya ya Girtîgehê civiya û rê li berdana Çerçel girt. Lijneyê  bi hinceta mayîna Çerçel a li hucreyên PKK'ê û tevlîbûna çalakiyan û her wiha "nepoşmanbûnê" berdana wî 3 mehan asteng kir.   Parêzerên Çerçel li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Eskîşehîrê dan. Lê belê heyeta dadgehê di 17'ê Sibatê de got  "Li gorî rêgez û qanûnê ye" û ev biryar pejirand. Parêzeran serî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê da. Heyeta dadgehê di 7'ê Adarê de bêyî ku tiştekî bike îtîrazê red kir. Piştî biryara dadgehê, 3 meh qedexeya berdana Çerçel bi dawî bû. Çerçel tevî nexweşiyên xwe wê 3 mehên din di girtîgehê de bimîne.   NIKARE DI ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNE   Parêzerê wî Alîşan Şahîn rewşa Çerçel nirxand û got ku Yilmaz Çerçel di şert û mercên girtîgehê de nikare jiyana xwe bidomîne û got: "Çerçel hem şîzofrenî ye hem jî nexweşîna Alzheîmerê pê re heye! Dema ji bo biryara lijneyê ew birin raporên van nexweşînên wî di dosyeyê de bûn. Lê dîsa jî berdana wî ya bi şertî hat betalkirin."   Parêzer Şahîn destnîşan kir ku ya hatiye kirin bêhiqûqî ye û li dijî mirovahiyê ye.    MA / Omer Gungor