Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be 2025-03-11 09:26:10 COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê yên Geverê diyar kirin ku banga Abdullah Ocalan mişt hêvî ye û gotin: "Ber bi Newrozê ve, divê birêz Ocalan azad be."  Bandora banga "Aştî û Civaka Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji her derdorê piştgirî ji bo bangê heye. Li Gevera Colemêrgê endamên Meclisa Dayilên Aştiyê bal kişandins er banga Abdullah Ocalan û bang li dewletê kirin ku gavan bavêje.    ‘AŞTÎ PÊKAN E’    Dayikan anî ziman ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mişt hêviyê ne û wiha got: “Bi salan e tu agahî ji Rêbertî nehat. Sê civîn çêbûn û paşê ji gel re name şand. Vê peyamê em kêfxweş û rûmetyar kirin. Peyamek biçûk jî ji wir hêviyê dide me. Em dixwazin ku ev bang bibe sedema aştiyê û mirin jî bi dawî bibe. Sedsalek din bi mirin û girtinan re derbas bibe jî, ev pirsgirêk bi heman awayî çareser nabe. Lê bi nameya ku Rêbertî şandiye avakirina aştiyê pêkan e. Lewma divê agirbest yekalî nebe. Me destên xwe ji bo biratî û aştiyê dirêj kir. Niha dora wan e. Newroz nêzîk dibe û îsal jî em ê qadên Newrozê ji bo azadiya birêz Ocalan dîsa tijî bikin. Em dixwazin di Newrozê de peyamek bidîmen were. Divê birêz Ocalan bi reng û dengê xwe bang li raya giştî bike. Ev gel ger Rêberê xwe nebîne dê çawa qaneh bibe û bawer bike? Em daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan dikin, bila were û di nava siyaseteke çalak de cih bigire. Çareserî ancax bi vî awayî çêbibe."   ‘ÖNDERİMİZİ GÖRMEK İSTİYORUZ’   Gulbeyaz Mihçiyê daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku ew wekî dayika du zarokan ku yek jê girtî ye û yek jê jî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye, hê jî alîgirê aştiyê ye. Gulbeyaz Mihçiyê diyar kir ku ew ji banga hatiye kirin û gavên hatine avêtin kêfxweş in û got: “Me gelek canên xwe winda kir, lê piştî îro em naxwazin tu dayik hêstiran bibarîne û zarokê xwe winda bike. Em dixwazin ev Newroz bibe Newroza aştiyê. Em dixwazin di Newrozê de rêberê xwe zindî bibînin û dengê wî bibihîzin. Divê Tirkiye jî di vê çarçoveyê de gavan biavêje. Divê dewlet jî agirbestê ragihîne. Em li bendê ne ku heta Newrozê gavên berbiçav bên avêtin."   Ji Dayikên Aştiyê Baran Bakiyê jî diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan hêviyên wan ên aştiyê zêde bûne û got: “Em baweriya xwe ji Rêberê xwe digirin. Ji ber ku hê ji aliyê dewletê ve gaveke şênber nîne, em bi hişyarî nêzîk dibin. Divê agirbest dualî be. Wekî dayikên ji bo azadiyê têdikoşin em alîgirê aştiyê ne. Em ê têkoşîna xwe ya aştiyê her tim bidomînin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe sedema aştî û azadiyê."   MA / Rûken Polat