Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin 2025-03-11 09:05:08 AMED - Endamên Saziya Zimanê Kurdî piştgiriya xwe ya ji bo banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dubare kirin û bang li her kesî kirin ku ji bo ziman, çand û hunera xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê. Endamên Saziya Zimanê Kurdî ragihandin ku ji bo statuya Kurdî ew piştgiriyê didin banga "Aştî û Civaka Demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.    Endamê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil diyar kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan serdemeke nû daye destpêkirin û li cîhanê deng vedaye. Akil got: “Zêdetirî 100 sal in gelên cuda li Rojhilata Navîn û cîhanê ji ber ziman û çanda xwe bi polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tên paşguhkirin. Ev siyaseta bi dehan salan bûye sedema êş û azarên mezin ji bo gel û ev cudahî ji bo şer û pevçûnan wekî hincetekê tên bikaranîn."   Akil da zanîn ku ji ber vê yekê banga "Aştî û Civaka Demokratîk" girîng e û wiha got: "Divê ev bang bi gavên hiqûqî û siyasî demildest were bersivandin û Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de karibe bixebite. Ji bo ev pêvajo bi ser bikeve divê êriş, şer û operasyon bên rawestandin. Pirsgirêkên gel jî divê di çarçoveya civaka polîtîk a exlaqî de bên çareserkirin. Ji bo ev pêvajo bi pêş bikeve divê dewlet rê li ber zimanê Kurdî veke û zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin."   ‘DIVÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'   Endama Komeleya Lêkolîn û Çanda Ziman a Arî ya Êlihê Meral Kaptanê jî wiha got: “Bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ev pêvajo nagihêje armanca xwe. Em jî wekî gelê Kurd dixwazin li ser axa xwe bi nasname û zimanê xwe bi azadî bijîn. Divê dewlet li gorî vê bersivê bide pêvajoyê. Em wekî saziyên ziman dixwazin ku Kurdî ji perwerdeya pêşdibistanê heta zanîngehan bibe xwedî ziman û statuyeke fermî."   Endama Komeleya Pêşxistina Ziman û Çanda Kurdî (KURDÎGEH) Evîndar Akbulutê piştgiriya xwe ya ji bo bangawaziyê anî ziman. Evîndar Akbulutê diyar kir ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd gelekî girîng e û got: “Divê gelê Kurd ji bo ziman û çanda xwe piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Dema zimanek winda bibe, gel jî winda dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin zimanê me ji saziyan derkeve bibe zimanê fermî û perwerdehiyê."    Evîndar Akbulutê bal kişand ser girîngiya avêtina gavên erênî yên dewletê li ser zimanê Kurdî û got: "Eger wisa be dê baweriya bi vê pêvajoyê hîn zêdetir bibe."   Ji mamosteyên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) Yasîn Oral jî diyar kir ku bi salan e li benda aştiyeke bi rûmet in. Oral anî ziman ku ji ber vê sedemê ev bang dîrokî ye û destnîşan kir ku divê hemû gelên bindest û yên aştiyê dixwazin piştgiriyê bidin vê bangê.    Endamê MED-DER'ê Mehmet Asena jî diyar kir ku ew piştgiriyê didin bangawaziyê û got: “Ev bang xwedîderketina li ziman, çand û hunera Kurdî jî bi xwe re tîne. Em ê berpirsyariya xwe bigirin ser milê xwe û piştgiriyê bidin serketina bangawaziyê."    Asena da zanîn ku divê desthilat jî gavên qanûnî biavêje û parlamentoyê seferber bike û got ku ger desthilat gavekê biavêje dê rê li ber xwendina ziman, perwerdeya ziman û statûya Kurdî bê vekirin.   MA/ Mujdat Can