‘Êdî dema gavavêtinê ya dewletê ye’ 2025-03-10 11:16:51   WAN - Jinên beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê bûbûn, destnîşan kirin ku ew banga dîrokî ya Abdullah Ocalan watedar dibînin û gotin: “Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoyê xera bike.”   Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li Wanê mitînga fînalê hat lidarxistin. Bi hezaran jin tev li mitîngê bûn. Di mitîngê de peyama taybet a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinan hate xwendin.    Jinên ku li qadê bi kelecaneke mezin li peyamê guhdarî kirin, têkildarî wê kêliyê hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.    ‘EM DIXWAZIN RÊBERTIYA XWE DI NAV GEL DE BIBÎNIN’    Kadriye Gezîcî diyar kir ku 26 sal in li benda peyama Abdullah Ocalan bûn û wiha got: “Birêz Ocalan hemû gavên pêwîst avêt û ji bo azadiyê êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye. Weke dayikên Kurd em bang li dayikên leşkeran dikin; ji bo xwîna dirije bisekine em bi hev re aştî û biratiyê pêk bînin. Bila êdî dayik negirîn. Weke Kurd em daxwaza nasmame, ziman û jiyaneke azad dikin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin û dixwazin di nav gelê xwe de be. Heta Rêbertiya me azad nebe em jî nikarin azad bibin. Kurd her tim ji bo aştiyê têkoşiyan. Divê dewlet gavan biavêje ku aştî çêbibe. Heke dewlet gavan neavêje jî em jin dê li qadan bin û têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’    Bahar Abî jî wiha got: “Îroj roja me ye û ji ber nameya birêz Ocalan gelek keyfxweş bûn. Em dixwazin Rêbertiya me û hemû girtiyên siyasî azad bibin. Ji bo aştiyê em amade ne tişta dikeve ser milê xwe bikin. Birêz Ocalan ji bo aştiyê gavên pêwîst avêt û êdî dora dewletê ye. Divê dewlet êdî ziman û nasnameya Kurdan nas bike.”    ‘JI BO JINAN BANGEKÎ DÎROKÎ YE’   Fatma Serhatli jî anî ziman ku jinên Kurd bi sala ye bedelekî giran didin û wiha domand: “Rastî îşkencei binçavkirin û girtinan hat lê dîsa jî têkoşiyan û bûn pêşengên jinên dinyayê. Peyama Rêbertiyê dîrokî û watedar e. Em heta dawiyê piştgiriyê didin vê peyamê. Divê herkes xwedî lê derkeve. Bila êdî dayik negirîn û şer bi dawî bibe. Luksa tu kesekî nîne ku vê pêvajoya nû xerab û pûç bike.”    BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA   Nafya Kaya jî bertek nîşanî êrişên îktîdarê da û got: “Li rexekî dibêjin aştî li rexa din jî Kobanê û Tişrînê bombebaran dikin. Girtin û binçavkirin didomin. Ma ev aştiyeke çawa ye? Em dibêjin aştî, biratî û gavan diavêjin lê ew gavan naavêjin.”    Dayika Aştiyê ya bi navê Dilbirîn jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gav avêtiye û dora gavavêtinê ya dewlet û Erdogan e.    MA / Mehmet Guleş