Endamên ALÎM-DER’ê: Divê êriş bên sekinandin û dewlet gavan biavêje 2025-03-10 09:35:53   AMED - Endamên Amed ÂLÎM-DER’ê xwestin ku îktîdar û dewlet li dijî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên şênber biavêjin.   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdarê de bi raya giştî re parve kirin. Piştgiriya bi bangê re her ku diçe zêdetir dibe. Lê tevî vê jî îktîdarê heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu gav neavêtiye. Komeleya Alimên Olî ya Amedê (ALÎM-DER) diyar kir ku divê îktîdar û dewlet li gorî bangawaziyê gavan biavêjin.    Endamê ALÎM-DER’ê Dr. Şukru Erdogan diyar kir ku pêdiviya Kurd û Tirkan bi aştiyê heye û ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê hewcehî bi aştiyê heye. Erdogan, anî ziman ku îradeya Abdullah Abdullah, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdogan raber kirî girîng e û wiha got: “Ya ku dikeve ser milê civakê jî ew e ku xwedî li vê îradeyê derkeve. Ji ber ku Rojhilata Navîn rojên zehmet derbas dike. Aşkeraye ka şerê 46 sal in didome Kurd û Tirk xistine çi rewşê. Hêvîdarim ev bang bibe bingeha aştiyê. Pêvajo dê hêsan nebe û divê alî cidî nêz bibin. Hewceye em bo xwe dersan ji vê pêvajoya 46 salan bigirin. Ev pêvajo bi mirin, tundî û pevçûnan nadome. Lewma divê li Rojhilata Navîn, cîhan, Tirkiye û Kurdistanê her kes xwedî li pêvajoyê derkeve.”    'HER ROJ BALAFIRÊN ŞER RADIBIN’   Endamê komeleyê Mele Abdulgaffur Ateş jî bi bîr xist ku ji salên 90’î heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran ji bo aştiyê hewl daye û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê jî agirbest ragihand. Divê dewlet jidil be. Divê çapemenî zimanê aştiyê bi kar bîne. Ên der heqê pêvajoyê de diaxivin divê rêzgir bin. Heke jidil bin dê encamên baş derkevin. Li gorî ruhê pêvajoyê divê çek jî bêdeng bibin. Her roj li ser serê me balafir difirin. Ev rewş, li dijî pêvajoyê ye. Heke dewlet jidil be, jixwe PKK’ê got ku dê piştgiriyê bide pêvajoyê û dixwaze kongreyê bicivîne. Divê li gorî vê tevbigerin. Ji bo bidawîkirina şer ji destê kê çi tê divê bike.”    'DESTÊ AŞTIYÊ LI HEWA NEHÊLIN’    Endamê komeleyê Celal Efe jî diyar kir ku bandora şer ne tenê li aliyên şer dikin re bisînor dimîne û wiha pê de çû: “Hewceye her kes ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike. Aştiya herî xerab jî ji şer baştir e. Kurd û Tirk di vê pêvajoyê de gelek westiyan. Di ayetê dibêje ‘Kî ji bo aştiyê destê xwe dirêj bike, wî destî li hewa nehêlin.’ Divê hêsirên jin û ciwanan bisekinin. Divê mirin bi dawî bibin. Bi xapandina mirovan aştî nabe. Ji bo vê divê mirov durist be. Ji bo vê jî divê her kes ji bo pêvajoya aştiyê destê xwe deyne bin kevir.”    Mele Muhammed Emîn Gozonunde jî got; “Heke aştiyek çêbibe divê hundirê wê baş bê tijekirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî, bi qebûlkirina mafan, edalet û azadiyê dibe. Aştî, dema li ser maseyê rûdinî mafên aliyê din çi bin divê tu bidî. Lê heke tu wiha nekî û bi tişta dizanî bikî, wê demê ev nabe aştî. Her kes dê aştiyeke birûmet bixwaze. Li rexekî aştî li rexekî êriş nabe. Ev aştî nîne.”    'DIVÊ ÊRIŞ BÊN SEKINANDIN’   Mele Mahmut Şık jî bal kişand ser texrîbatên şer û wiha got: “Divê em êdî ji vî şerî re, ji şewitîna dilê mirovan re bibêjin bes e. Birêz Ocalan di vê çarçoveyê de bangek kir. Em jî bêyî şert û merc piştgiriyê didin vê bangê. Divê dewlet jî bi ragihandina agirbestê bersivê bide PKK’ê. Ji bo pêkvejiyana gelan divê tişta ji dest tê bike. Divê ji ewil gel ji vê aştiyê bawer be û bihêvî be. Ji bo vê jî divê her kes li mala xwe, li kolan, gund û taxên xwe behsa aştiyê bikin. Hêvîdarin ev banga dîrokî bi xwe re aştiyê bîne.”    Mele Mehmet Tekîn jî bi lêv kir ku li rexekî qala aştiyê tê kirin û li rexa din êriş li Kurdan tên kirin û wiha got: “Ev yek xizmetê ji aştiyê re nake. Heke aştî bibe, wê demê divê êriş neyên kirin. Hikûmet divê ji bo aştiyê bêhtir gavan biavêje. Divê ji bo girtiyên siyasî efûya giştî ragihîne. Divê şer neke û balafirên şer raneke. Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes piştgiriyê bide aştiyê.”    Mele Şehmus Kaya jî bal kişand ser girîngiya bangê û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin careke din di bin navê aştiyê de bên xapandin û bêhtir rastî zilmê bên. Em di wê baweriyê de ne ku dê vêcarê aştî mayindetir be. Hêvîdarim li şûna bêhan barûdê êdî em bêhna gulan bistînin.”    MA / Mujdat Can