Ji 4 bajaran ber bi Tişrînê ve bi rê ketin 2025-03-07 12:20:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê bi sedan kes ji bo tev li nobeta berxwedanê ya li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin.    Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha li dijî Bendava Tişrînê û derdora wê hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve êriş tên kirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dijî êrişan derdikeve, ji 8’ê Çileyê heta niha li bendavê nobeta berxwedanê didomîne.    Çalakiya nobetê her carê komên cuda dewr digirin. Îro jî ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê bi sedan kes ji bo tev li nobeta berxwedanê ya li Bendava Tişrînê bibin bi rê ketin. Ji 7 salî heta 70 salî bi sedan kes di konvoyê de cih girtin û ber bi bendavê ve diçin.