Zarok TV dê 10 saliya xwe pîroz bike 2025-03-07 11:56:44 AMED - Zarok TV ku yekemîn û tekane kanala zarokan a bi Kurdî ye, dê 10’emîn sala avakirina xwe bi şahiyekê pîroz bike.  Zarok TV ku yekemîn û tekane kanala zarokan a bi Kurdî ye, dê 10’emîn sala avakirina xwe bi şahiyekê pîroz bike. Zarok TV ku 10 sal berê di roja Newrozê de dest bi weşanê kir, bi mîsyona ku ji bo zarokên Kurd bi zimanê wan ê dayikê naverokên xweş û fêrkirinê biafirîne, bi rê ket.    Koma Zarok TV’yê têkildarî salvegera 10’emîn daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:    “Zarok TV 10 salên têr û tijî derbas kir. Niha em kanala zarokan a Kurdan ya pêşî û yekane ne û salvegera xwe ya 10’em bi heyecaneka mezin pîroz dikin! Di van 10 salan da, em dilxweş in ku û herweha bawer dikin ku di serî de li welatê me li seranserê cîhanê bi milyonan zarokên Kurd ji me hez kir. Em Zarok TV, me di van deh salan da hewl da ku zarokên Kurdan di zimanê xwe yê dayikê da xwe bigihînin berhem û naverokên baş, şên û perwerdeker û valahiyeka mezin dagirin. Îro Zarok TV êdî ji kanaleka televîzyonê wêdetir e û em dixwazin ku di qada xwe da pêşengiya jîndarkirina mîrata çand û zimanekî bikin.   EM Ê DI SERDEMA NÛ DE LI SER PLATFORMÊN DIJÎTAL BÊHTIR CIH BIGIRIN    Zarok TV di çarçoveya pîrozkirina sala 10’emîn de bernameyek amade kir ku bi nîşandana fîlmên xweş, lîstikên şanoyê û konseran tijî ye. Wan 10 salan, ji bo ku zarok di zimanê dayikê da xwe bigihînin navarokên serkeftî, di serdemên nû de jî em dê bi naverokên xwe yên perwerdeker û pêşdabir weşana xwe bidomînin. Dîsa di serdema nû da, em armanc dikin ku pêşketinên teknolojîk ji nêztir bişopînin, di platformên dijîtal da bêhtir cih bigirin û bêhtir bigihîjin bînerên xwe.   ÊDÎ NE TENÊ KANALEK A ZAROKAN E    Em dizanin ku, Zarok TV ji bo Kurdan êdî ne bi tenê kanaleka zarokan e; ew dibistanek e ku zarokên Kurdan bi çanda xwe ra danûstandinê bikin, bi xwe ewle bi zimanê xwe yê dayikê ra pêwendiyê deynin û hem kêfê bikin hem fêr bibin. Di bingeha eleqeya mezin ya temaşevan û dêbavan ya deh sale da; naverokên ku em bi hezkirin hildiberînin, produksiyonên ku xeyalsaziya zarokên Kurd dewlemend dikin û pêwendiya me ya xurt ya bi mîrata me ya çandî ra heye. Em hemû temaşevan û dêbavên xwe, vedixwînin ku bibin parçeyekê vê roja taybet û beşdarî pîrozbayiyên me bibin.”   PÎROZBAHÎ DÊ DI 10’Ê ADARÊ DE DEST PÊ BIKIN    Zarok TV dê bi boneya sala 10’emîn li Amedê çendek rêzeçalakiyan li dar bixe. Ji bo zarok û malbatan beranmeyên taybet ên pêşandanên xêzefîlman, lîstikên şanoyê û konser tê de hene hatine amadekirin. Pîrozbahî dê di 10’ê Adarê de dest pê bikin û di 15’ê Adarê de bi konsera Koroya Zarokan a Zarok Ma û Şubadap Zarokê bi dawî bibin.    Bernameya çalakiyan a li Amedê wiha ye:    Bernameya Çalakiyan   10’Ê ADARÊ    Xêzefîlm: Şînok   Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed   11’Ê ADARÊ    Şano: Sê Ezezok   Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed   12’Ê ADARÊ    Xêzefîlm: Gergerok   Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed   13’Ê ADARÊ   Xêzefîlm: Masîreşka Biçûk   Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed   14’Ê ADARÊ   Xêzefîlm: Masha û Hirço   Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed   15’Ê ADARÊ   Konser: Koroya Zarokan a Zarok Ma’yê û Şubadapê    Saet: 14:00   Cih: ÇandAmed