30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin 2025-03-04 17:11:31   ÎZMÎR – Di operasyona navend Îzmîr e û li 11 bajaran pêk hat de 30 endamên KESK'ê hatin binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de 30 endamên Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) li Îzmîrê û  11 bajaran serê sibehê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdegirtinên ji aliyê jendermeyan ve hatin kirin de, welatî bi sûcdariya 'fînansekirina rêxistinê' hatin sûcdarkirin. Welatiyên ku di nav de kedkarên gelemperiyê yên bi KHK’ê ji kar hatin dûrxistin jî di nav de li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Îzmirê tên girtin.