Şaredarê Beykozê ji peywirê hat dûrxistin 2025-03-04 13:22:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir, Şaredarê Beykozê Alaattîn Koseler ji peywirê dûr xist.    Wezareta Karên Hundir ragihand ku Şaredarê Beykoz a Stenbolê Alaattîn Koseler ji peywirê hatiye dûrxistin. Wezaretê diyar kir ku ji ber cezayê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Beykozê bi îdiaya “di îhaleyê de hîle kiriye” li Koseler biriye, weke tevdîreke demkî ji peywirê hatiye dûrxistin.