Coşkun: Dê meseleya Kurd derbasî qonaxeke nû bibe Yegen: Divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibînin 2025-03-04 11:17:44   AMED – Li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan akademîsyen Vahap Coşkûn û Mesût Yegen destnîşan kirin ku ji bo bawerî zêde bibe divê gav werin avêtin û destnîşan kirin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû beşên civakê xwe berpirsyar bibinin.   Piştgiriya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin û li Stenbolê şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê hatibû ragihandin berdewam dikin.   Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkûn û civaknas Prof Dr. Mesût Yegen li ser vê bangê nêrînên xwe parve kirin.   Vahap Coşkun anî ziman ku banga Abdullah Ocalan hem ji bo PKK’ê û hem jî ji bo siyaseta Kurd bangeke dîrokî ye, bi temamî tevli bangê dibe.    'PIRSGIRÊKA KURD WÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIBE'   Coşkûn da xuyakirin ku di pêvajoya pêş de ew ê du pêşketinên girîng çêbibin û di çarçoveya biryara PKK'ê ya ji bo feshkirina xwe û amadekariyên hikûmetê yên ji bo guhertinên qanûnî yên ji bo bi temamî ji holê rakirina çekê de li gorî vê yekê hatine kirin û wiha got: "Di vê wateyê de pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê wê bikeve qonaxeke nû. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de hêmayeke girîng jî çek bû. Ji holê rakirina çekê wê guhertineke şoreşgerî bi xwe re bîne. Ji niha û pê ve têkoşîn wê bi giranî li qada siyasî were meşandin. Pirsgirêka Kurd ku ji aliyê gelek kesan ve tê qebûlkirin dê mijara xwerêvebirin, mafên çandî bi  rêyên siyasî bên meşandin. Ev tê wê wateyê ku siyaseta li Tirkiyeyê bi temamî biguhere.”   GAVÊN JI BO BAWERIYÊ   Coşkûn da xuyakirin ku di pêvajoya pevçûnê ya piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ya sala 2015'an destpê kir de, gelek windahî çêbûn û wiha got: "Ji ber ku civakê di her alî de windahiyên mezin dan. Ji ber vê yekê, haya raya giştî jê heye ku eger ev pêvajo bi ser nekeve wê rastî windahiyek cidî bên. Ji ber vê yekê dudilî ye. Rêya herî baş a ji bo ji holê rakirina van gumanan ew e ku alî ji bo avakirina baweriyê gavan biavêjin. Yanî PKK bêyî ku vê meseleyê di demeke dirêj de belav bike divê biryara ku jê tê hêvîkirin bistîne û dewlet di zûtirîn demê de li gorî vê tevdîrên hiqûqî û civakî bistîne. Eger ev bên kirin, ez difikirim ku desteka ji bo vê pêvajoyê di nava civakê de tê dayîn, wê gelekî zêdetir bibe."   'PÊWÎSTE FERASETA AŞTIYÊ BÊ PARASTIN'   Coşkûn da xuyakirin ku pêkhatina aştiyê çend berpirsyariyan li ser tevahiya civakê ferz dike û destnîşan kir ku pêwîste di vê pêvajoyê de zexteke demokratîk li aliyan were kirin  wiha got: "Divê aştî bi rengekî di nava civakê de pêk were. Divê fikra aştiyê bê parastin. Dema ku hewldanên bi vî rengî hebin, wê kes û komên ku li dijî vê derkevin hebin û ji bo sabotekirinê bikevin nava hewldanan. Pêwîste civak li hemberî kiryarên bi vî rengî yên provokatîf helwesteke tendurist nîşan bide. Pêwîste li dijî argumanên ku ji bo aştiyê bên pêşxistin, argumanên alîgirê aştiyê werin pêşxistin."   PÊŞEROJA ROJAVA   Mesût Yegen wiha axivî: “Pêvajoya ku di 1'ê Cotmehê de dest pê kir, xuya ye di rê de bi pêş ketiye û wê bi rengekî serketî temam bibe. Beriya niha biryar hatibû dayin ku serdema têkoşîna çekdarî qediya ye, lê belê 10 salan nediyar bû ku siberoja Rojava wê çi be. Di metna di 27 'ê Sibatê de hat weşandin de ti îzahat nîne, lê nebûna referansê nîşan dide ku di navbera rêxistinê û dewletê de lihevkirinek çêbûye yan jî dibe ku hebe. Ji ber vê yekê, di encamê de em ji ku hatine; di berdêla naskirina hin maf û hiqûqên Kurdan ên li Rojava de PKK wê çekê deyne û dûre li Tirkiyeyê bi qasî derfetan hewldanên demokratîkbûyînê destpê bike."   JI BO MAYÎNDEBÛNÊ I PÊVAJOYA AŞTIYÊ   Yeyen bal kişand ser gavên ku ji aliyê dewletê ve bên avêtin û wiha got: “Ez bawer nakim ku dewlet ji nişka ve ji xeteke ewlekariyê derbasî xeteke azadîparêz an jî aştiyane bibe. Feraset û zîhniyeta vê dewletê diyar e. Lê di 1 'ê Cotmehê de ji nişka ve guhertineke helwestê çêbû. Bi ya min li pişt wê guherîna mezin a li herêmê heye. Ji bo kurteya guherîna mezin di hevokekê de; bandora Îranê ya li herêmê kêm dibe. Ev yek wê zehmettir bikira ku Kurdên li herêmê, yên li Tirkiyeyê jî di bin kontrolê de bimînin an jî Tirkiye vê yekê bi tena serê xwe bike, her ku diçe zehmettir dibe. Ji ber ku haya vê rewşê jê heye û tê fikirîn ku dibe ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkeke girantir biafirîne, Tirkiye gaveke bi vî rengî ya aştiyê pêk anî. Yanî ne ku ji bo aştiyê em di pêvajoya aştiyê de ne, ji bo peşeroja welat em di pêvajoya aştiyê de ne.”   RÊZIKNAMEYÊN QANÛNÎ   Yegen da xuyakirin ku li hemberî biryara bêçekbûyînê divê gelek sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: "Li gorî min eger baweriyek hebe ku di nava mehek du mehan de bêçekbûyîn nerm bibe, wê sererastkirinên qanûnî yên pêwîst ji aliyê dewletê ve bên çêkirin. Rêziknameyên der barê her du milîtanên PKK'ê, girtiyên PKK'ê, siyasetmedarên DEM Partiyê yên girtî û her wiha mijara qeyûman dê bînin rojevê." Yegen destnîşan kir ku bi daxuyaniya Abdullah Ocalan re, di navbera welatiyan de rewşeke hestewar heye ku ji nezelaliya mîna; ‘Ev çi bû?’. Yegen destnîşan kir ku divê civaka sivîl û partiyên siyasî vê rewşê cidî bigirin û pêvajoyê bi rengekî ji raya giştî re rave bikin. Li aliyê din jî lê zêde kir, divê hemû beşên civakê bi berpirsyarî rabin.   MA / Rukiye Payîz Adiguzel