Welatiyên Wanê: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne 2025-03-04 09:38:57 WAN – Welatiyên Wanê diyar kirin ku piştgiriyê didin banga dîrokî ya Abdullah Ocalan in û gotin, "Peyamên Ocalan zelal in. Niha divê dewlet jî berpirsyariya xwe bi cih bîne." Piştgiriya ji bo banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû kirin didome. Piştî bangê Komîteya Rêveber a PKK'ê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Raya giştî jî li bendê ye ku hikûmet û dewlet li hemberî vê bangê gavan biavêje. Di vê çarçoveyê de welatiyên ku me li Wanê mîkrofon dirêjî wan kir, bang li hikûmet û dewletê kirin ku gavên şênber bavêjin.   'PEYAMÊN BIRÊZ OCALAN ZELAL IN'   Welatiyê bi navê Haydar Orgu da zanîn ku ji roja ewil ve pêvajo erênî dibînrin û wiha got: "Peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye tenê gelê Kurd eleqedar nake. Di heman demê de gelên Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê jî ev peyam silav kirin. Eger aştî were, wê bandoreke erênî li Kurdistanê ya li çar parçeyan û tevahiya herêma Rojhilata Navîn bike. Ev ê di dîrokê de pêşketineke mezin çêbike. Niha dora dewletê ye ku gav bi gav gav biavêje û bersivê bide peyama birêz Ocalan. PKK'ê jî agirbest îlan kir. Qendîl jî gotinên Ocalan bi cih tîne. Di heman demê de Bahçelî peyama birêz Ocalan silav kir. Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne."   Orgu da zanîn ku divê aştî dualî be û wiha got: "Ji bo aştiyê divê her du alî gav biavêjin. Ocalan zêde gav avêt, dora wan e. Divê gelê Kurd û Tirk ji aştiyeke mayînde xwe berpirsyar bibîne. Ji bo pêkhatina aştiyê divê xalên birêz Ocalan bicih werin anîn. Bêyî van, ne pêkane ku pêvajo bi pêş bikeve. Divê gel vê pêvajoyê hembêz bike. Divê her kes tevli pêvajoyê bibe. Ez di wê baweriyê de me ku vê carê dê pêvajo bigihije armanca xwe. Her kes wê bi erênî bandorê li vê aştiyê bike."   'DIVÊ DEWLET BI QASÎ BIRÊZ OCALAN ZELAL BE'   Welatiyê bi navê Ridvan Orhan jî ev tişt anî ziman: "Piştî peyama birêz Ocalan PKK'ê agirbest îlan kir. Baş e, dewlet wê li hemberî vê yekê gavan biavêje? Di vî alî de fikarên me hene. Em naxwazin leşker, gerîla û polîs bimirin. Em dixwazin aştî pêk bê. Dibe ku ji vê xweşiktir tiştek hebe? Eger hûn dixwazin aştiyê pêk bînin, divê hûn jî mîna Abdullah Ocalan eşkere bikin. Heta niha we ji bo aştiyê çi daniye pêşiya xwe? Baş e ku mirov çareseriyan peyda bike, lê tu dê çawa bikî? Nexasim heke serokkomar dixwaze aştiyê pêk bîne, divê mîna Abdullah Ocalan û PKK'ê gavan bavêje. Bêyî aştiyê kes nikare pêvajoyeke 40 salî di rojekê de biqedîne. Aştî dualî ye û divê di navbera dewlet û PKK'ê de peymanên hevpar hebin. Eger ev nebe, ez bawer nakim ku çek bên danîn. Lazim e dewlet gav bavêje. Eger wê mîna pêvajoyên çareseriyê yên beriya niha be, çêtir e ku qet nebe. Ji bo aştiyê divê Erdogan, Bahçelî û CHP tişta pêwîst bi cih bînin, wekî Abdullah Ocalan divê bi cih bînin. Tirk, Laz, Ereb, Kurd aştiyê dixwazin. Divê pirsgirêk li meclîsê bê çareserkirin.”   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVE’   Cemîl Goren diyar kir ku peyama ji Abdullah Ocalan wê aştiyê bîne welat û got ku divê her kes aştiyê biparêze û wiha got: "Divê dayikên leşker û gerîlayên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane bi destê hev bigirin. Li hemberî vê pêvajoyê divê dewlet bi taybet girtiyên nexweş hemû girtiyên siyasî serbest berde. Êdî li girtîgehan cenazeyê dernekevin. Divê dest ji polîtîkayên qeyûm bê berdan. Divê ziman û statuya Kurdan bê naskirin."   Mehmet Emîn Ankak wiha got: "Em dixwazin aştî were Tirkiyeyê. Ji bo vê jî divê êdî dewlet gavê bavêje. Divê aştî û demokrasî pêk bê. Peyama Abdullah Ocalan girîng e û tu pirsgirêk tune ye. Em hêvî dikin ku dewlet li hemberî vê yekê gavan bavêje û tiştên baş biqewimin."   'YÊ KU BI DURUSTÎ TEVNEGERE HIKÛMET E'   Bedrettîn Lîve da zanîn ku peyama Abdullah Ocalan girîng dibinin û wiha got: “Lê hikûmet ne durist e. Gotinên wan sibehan û êvarê li hev nake. Berî her tiştî bila xwedî li sozên xwe derkevin. Beriya niha ev hikûmet hat Wanê û got, 'pirsgirêka Kurd heye'. Em jî dizanin ku piştre ev gotin red kir. Ji ber vê yekê fikarên me hene. Ji bo çareseriyê tekane tişta ku ez dixwazim ew e ku hikûmet gotina berê ya 'pirsgirêka Kurd heye' xwedî derkeve. "   Necdet Cevdet bal kişand ku divê dawî li fikra şer bê û got ku ew piştgiriyê didin biryarên ku ji aliyê tevgera Kurd ve hatine girtin.   MA / Mehmet Guleş