Nivîskar Devecîoglû: Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin 2025-03-04 09:06:28 STENBOL - Nivîskar Ayşegul Devecîoglûyê banga Abdullah Ocalan nirxand û got: "Ya dikeve ser milê desthilatê ew e ku di warê demokratîkbûnê de gavan bavêje." Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî, 27’ê Sibatê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Nivîskar Ayşegul Devecîoglûyê banga Ocalan nirxand.    ‘OCALAN BAWERÎ BI HÊZA GEL ANÎ'    Ayşegul Devecîoglûyê nameya Ocalan a di Newroza 2013'an a Amedê de hat xwendin, bi bîr xist û got: "Niha haya min jê heye ku ez careke din bûme şahidê kêliyeke wiha dîrokî. Dema ku peyama Ocalan di Newrozê de hat xwendin ez li wir bûm û wekî kesên aştiyê dixwazin em gelekî bi hêvî bûn. Lê ev pêvajo bi dawî nebû."   Ayşegul Devecîoglûyê diyar kir ku divê mafên gelê kurd ên gerdûnî bên naskirin û got: "Desthilatê bi têkoşîna çekdarî ya ku ji bo lêgerîna mafan dest pê kir, hemû daxwazên maf û hiqûqê yên li Tirkiyeyê wekî 'terorîzm' bi nav kir. Bi vê yekê re xwestin pêşî li hemû têkoşîna demokratîk bigirin. Lewma wekî keseke di nava vê têkoşînê de cih digire Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, qadeke girîng ji hemû hêzên demokrasiyê re vekir."    Ayşegul Devecîoglûyê bal kişand ser wê yekê ku ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe, divê hêzên demokrasiyê balê bikşînin ser avakirina xeteke têkoşînê ya mezin û got: "Dema em li hemû pêvajoyên aştiyê dinêrin, beriya her tiştî bêçekkirin qonaxa dawî ya pêvajoyê ye. Naskirina mafên demokratîk, berfirehkirina azadiya ramanê û efûya siyasî gavênd awî bûn. Lê niha Abdullah Ocalan bawerî bi hêza hêzênd emokrasiyê, rêxistina xwe û gelê kurd anî."    DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?   Ayşegul Devecîoglûyê ku got "Em temînata vê pêvajoyê ne" destnîşan kir ku berpirsyariya desthilatê ew e ku "di warê demokratîkbûnê de gavên cuda bavêje." Ayşegul Devecîoglûyê got: "Divê desthilat beriya her tiştî ji girtiyên nexweş dest bi efûya siyasî bike. Piştre jî di nava meclisê de komîsyonek bê avakirin, di bin sîwana meclisê de ji bo civakîkirina aştiyê hewl bê dayîn. Di pêvajoya destûra bingehîn a nû de divê rê bê vekirin."   Ayşegul Devecîoglûyê anî ziman ku ew berovajî pêvajoyên aştiyê yên li cîhanê di nava pêvajoyeke aştiyê de ne û wiha got: "Lê belê wekî hêzên demokrasiyê em ê van daxwazan ji niha û pê ve hîn zêdetir bilind bikin. Banga min ji hemû kesên li Tirkiyeyê, bi taybetî jî nivîskar, rewşenbîr, kedkar û jinan re; li vî welatî hemû kes ji şer gelekî kişandine. Îro ger zarokên me birçî diçin dibistanê, ev ji ber vê yekê ye ku çavkaniyên cemaweriyê ji bo şer tên veqetandin. Lewma divê em dest bidin hev û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em bi hev re aştiyê bi dest bixin."    MA / Esra Solîn Dal