Jinên Amedî: Ji bo azadiyê divê têkoşîn bê xurtkirin 2025-03-04 09:05:07 AMED - Jinên ku me bi boneya 8'ê Adarê li Amedê bi wan re qise kir, xwestin ku qetlîamên jinan ên ku bûne pirsgirêka herî girîng a welêt bi dawî bibin. Ji jinan Semra Gunduzê got: "Heta ku li cîhanê jin azad nebin, tu kes nikare azad nabe." Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jin li welêt û herêmê xebat û çalakiyên xwe didomînin. Di nêvengeke ku tundiya mêr û qetlîam lê zêde dibin de jin 8'ê Adarê pêşwazî dikin, wê li qadan bicivin.     Têkildarî mijarê em bi jinên ku li Amedê dijîn re axivîn. Daxwaza herî mezin a jinan bidawîkirina qetlîamên jinan e.   Şîlan Yolcuyê diyar kir ku ji ber şert û mercên li welêt ew xwe ewle nabînin û got: “Em her roj bi bûyerekê re rû bi rû dimînin. Ev me nerehet dike. Makyajên ku jin li çêdikin û kincên ku li xwe dikin dibe hincet. Lê belê mijara cil û bergên vekirî yan jî girtî mijareke zîhniyetê ye. Ji ber ku ev hincet tên paşguhkirin, kuştin zêde dibin. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê jin bi hev re bin û bibin yek. Werin em hemû di 8'ê Adarê de li qadan bibin yek."   Necla Tekînê jî anî ziman ku dema di rê de dimeşe jî nizane wê çi were serê wê û wiha got: “Ev fikar di jinan de zêdetir bûye. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê, divê cezayên wiha hebin ku nikaribin wiha bikin. Ji ber ku ewlehiya me kesî nîne. Jin vê yekê heq nakin."    Necla Tekînê bilêv kir ku berpirsyariya mezinkirina zarokan li ser milê dê û bav e û destnîşan kir ku divê zarok baş bên mezinkirin. Necla Tekînê got: "Eger cezayên giran li kujeran bihata birîn, dê ev yek pêk nehata. Lê ew jî dizanin ku piştî kuştinê bi rihetî li kolanan digerin. Di vê yekê de rehetiya wan heye. Ji ber vê sedemê kuştin zêde dibin." Necla Tekînê bang li hemû jinan kir ku 8'ê Adarê geş bikin.   Nurhan Karadagê bertek nîşanî tundî û qetlîamên li ser jinan da û wiha got: “Jina ku tê çewisandin, zarok mezin dike, jjiyanê ava dike, lê ya ku tê qetilkirin dîsa jî jin e. Ger cezayên giran bihatana dayîn, qetlîam ewqas zêde nedibûn. Ew pir rıhet in ji ber ku dizanin ew ê neyên cezakirin. Ger jin bibin yek, em ê bi ser bikevin.”   ‘EM DI 8'Ê ADARÊ DE LI QADAN BIN'   Seher Şenyigitê diyar kir ku mêr û dewlet hewl didin jinan li malê heps bikin û got: “Dema ku ji bo xwe azadiyê dixwazin, jinan sînordar dikin. Lê belê, jin û mêr wekhev in. Zilamê ku tundiyê li jinan dike saetekê digrin û dîsa berdidin. Li dijî vana divê jin bibin yek. Jin, jiyan, azadî."    MA / Heval Onkol