Hevserokê GOÇ-DER'ê: Ji bo vegerê amadekarî divên 2025-03-04 09:03:33 AMED - Hevserokê GOÇ-DER'ê Murat Sari diyar kir ku ji bo vegera welatiyên bi darê zorê hatine koçberkirin divê amadekariyên pêwîst bên kirin. Hevserokê Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Mûrat Sari banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand. Sari diyar kir ku divê desthilat û dewlet li dijî bangê gavên berbiçav bavêjin. Sari destnîşan kir ku divê şert û merc bên çêkirin û amadekarî bê kirin ku bi sed hezaran kurdên di demên pevçûnan de bi darê zorê koçber bûne vegerin warên xwe.   SERERASTKIRINÊN HIQÛQΠ   Sari diyar kir ku banga Abdullah Ocalan dîrokî ye û got: "Banga Birêz Abdullah Ocalan û pêvajoyên ji aliyê muxatabên pêvajoyê ve hatine pêşxistin di warê avakirina aştiyê de girîng in."    Sari bilêv kir ku berî her tiştî divê der barê zimanê zikmakî de rêzikname bên çêkirin. Pêdivî ye ku hemî rêzikên qanûnî bên çêkirin. Ji bo birêz Abdullah Ocalan jî rê û rêbazên hiqûqî bên kirin. Birêz Ocalan di şert û mercên tecrîdê de nikare vê pêvajoyê bimeşîne. Ji ber vê yekê divê rêgezên qanûnî bên çêkirin ku birêz Ocalan di vê pêvajoyê de çalak bibe."   Sari bal kişand ser koçberiya di demên pevçûnan de û wiha got: "Ev bang hêviyê ye ji bo mirobên bi darê zorê hatine koçberkirin. Ji bo ku bi sed hezaran kurd karibin vegerin warên xwe divê amadekarî bên kirin. Divê di vî warî de gavên berbiçav bên avêtin."