‘Divê îktîdar gavan biavêje û di qanûnan de sererastkirinan bike’ 2025-03-03 11:37:55   MÊRSÎN - Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Sedat Başkavak diyar kir ku tevî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan jî êriş didomin. Endamê MYK’a ÎHD’ê jî got ku divê îktîdar demildest gavan biavêje.    Banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj jî rojeva sereke ya welat e. Ji îktîdarê heta muxalefetê, ji rêxistinên civaka sivîl heta gelek derdorên cuda piştgiriyeke mezin ji bo bangê hat kirin û nîqaşên têkildarî mijarê jî didomin.    Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Sedat Başkavak û endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Hakki Demîr, têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan axivîn.    TÊKOŞÎNA DI ÇARÇOVEYA DAXWAZAN DE   Sedat Başkavak, diyar kir ku ji bo naskirina mafên nasname, çand û ziman ên Kurdan qanûn bên sererasetkirin. Başkavak, bi bîr xist ku tevî banga Abdullah Ocalan jî girtin, binçavkirin, qeyûm û êriş berdewam in û wiha pê de çû: “Lêpirsînên der heqê hêzên ked û demokrasiyê mîna şûr tê bikaranîn. Di rewşekî wiha de mirov nikare bibêje her tişt baş bûye û her der gulistan e. Gelo dê îktîdara siyasî di mijara daxwazên demokratîk, wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd çi gavan biavêje? Dê aqûbeta bi deh hezaran girtiyên siyasî çi bibe? Li rexekî girtîgeh tije ne li rexa din jî ji bo 11 girtîgehên nû budçe tê veqetandin. Divê daxwaza wekhevî, azadî û aştiyê bêhtir bê gotin. Li hêla din divê daxwazkirina mafê nasname, çand û ziman ên gelê Kurd bêhtir girîng bûn û divê em li dora wê têkoşîneke hevpar bimeşînin.”    'DIVÊ TÊKOŞÎN BÊNAVBER BIDOME’   Hakki Demîr jî destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan li cîhanê deng vedaye û got: “Weke ÎHD’ê ev salên dirêje e em ji bo bidawîkirina şer têdikoşin. Abdullah Ocalan bi vê banga xwe di esasê xwe de destê muxalefeta Tirkiyeyê jî xurt kir. Li gorî min ji bo Sûriyeyê jî girîng e. Li wir leşkerên Tirkiyeyê hene û operasyonan dike. Ji hêla madî û leşkerî ve piştgiriyê dide OSO’yê. Bi vê bangê re ev hincet ji holê radibin. Divê muxalefet ji vê cisaret bigire û bibêje ‘Tu karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê nîne.’ Dema ev rewşa bêşer kete meriyetê jî divê xwe bi temamî ji Sûriyeyê vekişîne. Dive bi hezaran girtiyên siyasî tavilê bên berdan û hevşaredarên qeyûm li şûna wan hatine tayînkirin tavilê li peywira xwe vegerin.”    ‘EM Ê HÊZ BIDIN’   Demîr, destnîşan kir ku kesên têkoşîna ked û demokrasiyê dimeşînin divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û wiha bi dawî kir: “Divê têkoşîna li dijî sepanên dij-demokratîk ên îktîdarê bênavber bidomin. Divê mirov nebêje ‘PKK’ê çek berda û têkoşîna demokrasiyê qediya.’ Berevajî vê, têkoşîna demokrasiyê hêj girîngtir bû. Baweriya me ya bi pêvajoyeke ku mirov namirin û dayik nagirin xurt e. Bi qasî ji dest tê em ê hêz bidin vê pêvjaoyê.”    MA / Abdulkadîr Ayten