Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin 2025-03-02 11:06:58 ÎZMÎR - Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku sedema hemû alozî û şerên li cîhanê pergala mêrê serdest e û wiha got: “Banga dîrokî ya di erefeya 8’ê Adarê de gelek girîng e. Di vê pêvajoyê de dê jin pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin.”  Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd li seranserî cîhanê erênî hate nirxandin. PKK’ê jî agirbest ragihand û got ku tev li banga dîrokî dibin. Her wiha gel û baweriyên cuda û jinan jî ji bo çareserî li Meclisê çêbibe bang kirin.    Rojnameger Çîlem Kuçukkeleş têkildarî daxwaza aştiyê û bandora jinan a li ser pêvajoyê axivî.    GOTINA JINAN GIRÎNG E   Çîlem Kuçukkeleş, destnîşan kir ku sedema şerê heyî sepanên dij-demokratîk ên dewletê ne û wiha got: “Heta li dijî dara zeytûnê jî şer kirin. Tevahiya destkeftiyên jinan, Elewiyan, derdorên cuda, karker, kedkaran bi hinceta ‘pirsgirêka bekayê’ hatin paşguhkirin. Bêguman li dijî vê zordestiyê tevgereke xurt a jinan jî li Tirkiyeyê derket holê. Di demeke ku jinan amadekariyên 8’ê Adarê dikirin de bangekî wiha hat û ev gelek biqîmet û biqedr e. Heke ev meseleya weke meseleya bekayê tê dîtin ji holê rabe, wê demê dê têkoşîna jinan li ser zemîneke pir xurtir derkeve holê. Bêguman em nabêjin dê teqez wisa bibe lê ji bo hemû derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê têkoşîn jinûve dest pê dike.”    Çîlem Kuçukkeleş, got ku jin dê bi tecrûbeyên xwe yên berê ve xwe ji bo pêvajoya nû amade dikin û wiha pê de çû: “Ji bo Aştiyê Hewldanan Jinan tecrûbeyeke pir girîng bû û di pêvajoya çareseriyê ya din de hatibû avakirin. Ji hêla jinan ve îtîbara banga aştiyê ya hatiye kirin heye. Ji bo li ser bingeheke wekhev were avakirin, divê jin teqez di vê pêvajoyê de gotina xwe bikin. Pêdiviya aştiyê ne bi ruhê zilam lê tam jî bi ruh, ziman û nêrîna jinê heye. Ji ber ku jin tevî her alozî, şer û pevçûnan dizanin bi nasnameyên xwe bi hev re bijîn. Lewma gotina jinan gelek girîng e. Li gorî min gotina jinan dê bi xwe re guherîn û veguherînê bîne.”    'SEDEMA ALOZIYAN ZILAMTÎ YE’   Bi domdarî Çîlem Kuçukkeleş diyar kir ku banga dîrokî her wiha banga avakirina rêyeke nû ye û wiha dom kir: “Dema ev rêya nû tê avakirin, dê gotinên herî girîng ên li ser heqîqet, hevrebûnê jin bikin. Li gorî me di bingeha hemû şeran de şerê zilaman li dijî jinan daye destpêkirin heye. Heke em bi hev re bijîn, divê ji ewil jin û zilam bizanin bi hev re bijîn da ku ev alozî bi dawî bibe.”   JIN JI BO AŞTIYÊ CIVIYAN   Çîlem Kuçukkeleş, destnîşan kir ku jin ji bo aştiyê her tim di nava hewldanan de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Jin, biqasî hefteyek berê civiyan û çendek biryar dan. Her kes li dijî vê pergala zor a li Tirkiyeyê nîqaşan dike û li rêya aştiyê digere. Tam jî di vir de em ê ji bo aştiyê bibin yek û bi hev re têbikoşin. Bêguman ev yekitî ne ku ji bo tenê zilam biaxivin e. Em bibin yek lê ji cihekî wekhev û demokratîk bibin yek û bi hev re têbikoşin. Ji ber ku di hilbijartinên Gulanê de me dît ku tişta ku dê vê pergalê biguherîne ne partiyên siyasî lê dînamîkên civakê ne. Em nikarin careke din qedera Tirkiyeyê ji şerê kursiyê yê AKP û CHP’ê re bihêlin. Dînamîkên civakê dikarin bibin hêza guherîner a vî welatî. Heke bi vê bangawaziyê re em bikarin xetek a têkoşînê ava bikin, li gorî min dê li Tirkiyeyê pêşketinên pir mezin çêbibin.”    MA / Tolga Guney