Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin 2025-03-02 09:39:06 STENBOL - Ayla Akat Ata ya diyar kir ku Abdullah Ocalan bi banga xwe şensek daye civaka Tirkiyeyê û wiha got: “Pêvajo dike ku hemû pêkhate bi awayekî kolektîf tevbigerin.”   Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 27’ê Sibatê de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata ku bang li eywana daxuyaniyê lê guhdar kir, têkildarî mijarê axivî.    Ayla Akat Ata, diyar kir ku ji nîqaşên di nava du rojên dawî de aşkera bû ka çareseriya pirsgirêka Kurd çiqasî pêwîst e û ev tişt anî ziman: “Encamên neçaerseriyê hatin dîtin. Lewma jî tu xêra taloqkirina çareseriyê ji bo civaka Tirkiyeyê nîne. Di vê çarçoveyê de têkoşîna bi sala ye didome îro bi peyama ji Îmraliyê hatî re bû yek. Bêguman em gelek bi kelecan û hestiyar in. Lê li hêla din em bi tecrûbe û zanîna bi salan jî hebûna xwe didomînin. Birêz Ocalan şensekî dide civaka Tirkiyeyê.”    ‘DIVÊ HER KES KEDÊ BIDE’   Bi domdarî Ayla Akat Ata, got: “Bi vê pêvajoyê re peywireke mezin dikeve ser milê her kesî. Em ê bi hev re nîqaş bikin, birêxistin bikin û bigihijînin encamê. Ji bo vê divê her kes baş bixebite. Bêguman mekana herî girîng Meclis e. Lê rola rêxistina civaka sivîl jî gelek girîng e. Her wiha divê jin û ciwan jî ji bo civakîbûna pêvajoyê baş bixebitin. Ev 30 sal in nîqaşên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didomin. Ji sala 1993’yan ji tecrûbeya Turgut Ozal heta niha. Anku ji bo çareseriyê gelek tecrûbe hene. Li cîhanê gelek mînakên erênî yên pevçûn û pêvajoyên çareseriyê hene. Divê mirov li wan jî binêre. Divê ji xeletiyan ders bên girtin û tiştên hewce divê neyên taloqkirin.”    ‘DERMANÊ ÇARESERIYÊ ZELAL E’   Di berdewamê de Ayla Akat Ata bi lêv kir ku dermanê çareseriya pirsgirêka Kurd zelal e û wiha pê de çû: “Di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an de sedem çi bin, îro jî heman sedem hene. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Pêvajo ferz dike ku tevahiya pêkhateyan bi awayekî kolektîf tevbigerin. Çareseriya pirsgirêka Kurd vê ferz dike. Dema pêvajoya Osloyê ya 2009’an de di Deriyê Sînor ê Xabûrê de krîz çêbû. Ji ber ku beşekê dewletê piştgirî dida pêvajoyê û ya din jî li dijî bû. Dewlet, bi awayekî kolektîf nexebitî.”    ISRARA JINAN A JI BO JIYANÊ   Ayla Akat Ata got ku gelê Kurd, siyaseta Kurd, girtî û hemû avadaniyên Kurdan ji her demê bêhtir bûne yek û axaftina xwe wiha qedand: “Divê bi qedrê vê bê zanîn. Ev bang, ji bo tevahiya civaka Tirkiyeyê ye. Lê belê jinên Kurd dê ji bo xwe parekî mezin jê derxînin. Em ê bibin dînamîka herî girîng a vê pêvajoyê. Em ê pir mezin xwedî lê derkevin. Ji ber ku di esasê xwe de yên xwdî îdiaya jiyanê em jin in. Ev îdia ji mirinê re dibêje bes e, ji tunehesibandin, înkar û tunekirinê re dibêje bisekine. Bi sala ye jin ji bo vê bedel didin û ev israra di jiyanê de dê bi banga birêz Ocalan re bibe yek.”    MA / Esra Solîn Dal