'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin' 2025-03-01 09:07:18 ESKÎŞEHÎR - Nivîskar Nurettîn Aldemîr bal kişand ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di demeke nêz de divê mafên kurdan ên çandî û siyasî, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, bi qanûnan bê qebûlkirin." Olana daxuyaniya Heyeta Îmraliyê ya ji banga Abdullah Ocalan pêkhatî, dewam dike. Nivîskar Nurettîn Aldemîr ku bangê nirxand, diyar kir ku di bangawaziyê de peyamên ji bo dewletê hene. Aldemîr anî ziman ku peyam ji ya dihat texmînkirin xurttir bû û bal kişand ser daxuyaniyên rayedarên AKP'ê û got: "Divê gavên pêbawer bên avêtin. Pêşketineke yekalî nabe. Li seranserê cîhanê jî mînaka wê tune ye."    Aldemîr destnîşan kir ku divê di pêvajoyê de zimanê aştiyê serdest be û got: "Pêwîst e alî ji îfadeyên hev biçûk dixin dûr bikevin. Ji bo ku desteka civakê bi dest bixin divê pêvajoyê vebêjin. Gumanên ku wê pêvajo ber bi ku ve biçe heye, divê ev yek ji holê bê rakirin."   Aldemîr destnîşan kir ku ji bo qanûnên sînordarkirina mafên mirovan û azadiyan veguherînin demokratîk divê û pêwîstî bi rêziknameyên lezgîn heye û got: “Divê rêbazên ku girtiyên siyasî û girtiyan azad bikin, demildest bên bicihanîn. Divê efûyeke giştî û birûmet bê derxistin. Divê endamên rêxistinê yên ku çekên xwe danîne jî di vê çarçoveyê de bin. Yên ku dê çekên xwe deynin divê ji bo kar û jiyana civakî bên teşwîqkirin û rêzikên qanûnî bên çêkirin."   Aldemîr anî ziman ku ji bo dewlet demokratîk bibe û hemû beşên civakê bibin kirdeya pêvajoyê, divê azadiya ramanê bê garantîkirin û got: "Ji bo aştiyeke rasteqîn û mayînde, divê rêveberên herêmî yên qeyûm tayinî şûna wan hatine wezîfedarkirin, werin vegerandin. Mafên çandî û siyasî yên kurdan, bi taybetî jî mafê perwerdeya bi zimanê xwe dayikê bên naskirin."   MA / Enes Beyaz