Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî' 2025-02-28 18:18:58   ENQERE - Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe.   Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Meclîsa Partiyê û hevserokên bajêran dê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatînogûllari û Tûncer Bakirhan roja Yekşemê civînekê li dar bixin.    Hate ragihandin ku dê civîn li navenda giştî ya partiyê ya li navçeya Balgatê were lidarxistin.    Roja Duşemê dê Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) li bînaya partiyê ya li Buklumê bicive. Roja Çarşemê jî dê bi serokatiya hevserokên giştî li navenda giştî ya partiyê ya li navçeya Balgatê civînek were lidarxistin.