Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e 2025-02-28 13:03:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Massimo D’Alema diyar kir ku banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bangekî erênî û bicisaret e û got: “Divê Tirkiye gavên şênber biavêje.”    Serokwezîrê Îtalyayê yê berê Massimo D'Alema ji Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê (ANSA) re axivî û anî ziman ku banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan erênî û bi wêrek e. D'Alema destnîşan kir ku li pêşberî daxuyaniya Abdullah Ocalan divê dewleta Tirk gavê biavêje û wiha got: “Ev pêşketineke erênî ye, peyameke bi wêrekî ye û hêvîdarim hikûmeta Tirk û aliyê Erdogan wê ji bo bidawîkirina vî şerê giran û demdirêj weke rêyeke şênber binirxîne. Aliyê din dest ji têkoşîna çekdarî berdide, lewma divê mafên Kurdan bêne naskirin."