33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke 2025-02-28 10:36:09   AMED - Kasim Karataş ku 33 salan di girtîgehê de mabû, banga Abdullah Ocalan li Qada Şêx Seîd guhdarî kir. Karataş, got: “Birêz Ocalan gava ewil avêt, ev ne dawî lê destpêkek e. Ev peyam ji her kesî re ye. Îktîdar êdî mecbûr e tişta dikeve ser milê xwe bike.”    Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li Stenbolê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve kir. Metna bangawaziyê ji hêla Ahmet Turk û Pervîn Buldanê ve hatin xwendin. Yek ji kesên ku banga dîrokî li Qada Şêx Seîd a Sûr a Amedê guhdarî kirî jî Kasim Karataş bû ku 33 salan di girtîgehê de maye û ji Dîlokê hatibû Amedê. Karataş, di sala 1991’ê de li Îzmîrê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê birîn. Karataş, piştî 33 salan di 2’yê Sibata 2024’an de hate berdan.    PIŞTÎ SEDSALAN DAXUYANIYA DÎROKÎ   Karataş, têkildarî banga dîrokî li Qada Şêx Seîd ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Karataş, anî ziman ku sedsal piştre li cihê Şêx Seîd û hevalên wî lê hatibûn darvekirin şahidiya kêliyeke dîrokî dikin û got: “Ev, hestekî pir cuda ye. Şêx Seîd û hevalên wî ne ku şer dixwestin lewma hatin darvekirin. Pêşengên têkoşîna jiyana azad a Kurdan bûn lewma li vê qadê hatin darvekirin. Rastiyek heye ku têkiliyeke hestiyarî ya gelê me bi PKK’ê re heye. Vê yekê xwe ji kêliyên hestiyar ên li qadê jî xwe da der. Her şerekî aştiya xwe jî heye. Her pevçûnekê dawiyeke xwe heye. Ya girîng ew e ku bêyî nirxên xwe winda bikî, bêyî ku pişta xwe bidî nirxên gelê me vê bikî. Birêz Ocalan, yek ji pêşengên girîng ên dîrokê ye. Em divê piştrast bin ku Ocalan tu caran gaveke ku rê li ber tunebûna nirxan veke naavêje. Di pratîka xwe ya dîroka têkoşînê ya 50 salan de ev yek nîşan da. Ocalan beriya niha jî gavên gelek girîng avêt.”    ‘PIRSGIRÊK BI HESTAN ÇARESER NABIN’   Bi domdarî Karataş anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2002’yan de jî gotibû ku PKK’ê fesih dike û wiha pê de çû: “Şensek da dewletê û wê demê PKK fesih kir. Lê belê dewletê gavên diviyabû biavêje neavêt lewma di sala 2004’an de pevçûn dîsa dest pê kir û PKK dîsa derket holê. Ji bo ku pevçûnên bi vî rengî dîsa çênebin, ev yek girêdayî siyasetê û piştgiriya gel e. Gelê me gelek hestiyar bû lê belê divê mantiq li pêşiya hestan be. Ev pirsgirêk bi hestan çareser nabin.”   ‘BI AŞTIYÊ DIKARE RÊ LI BER RIJANDINA XWÎNÊ WERE GIRTIN’    Karataş, destnîşan kir ku xelkê Filistînê ji ber rêbertiya kêm nekarî destkeftiyên xwe biparêze û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha tenê parçeyeke biçûk a xaka Filistînê ma ye. Ji ber ku bi feraseta çareseriyê nêzî pirsgirêkê nebûn lewma wiha bû. Gelê Kurd di sedsala 21’emîn de xwedî destkeftiyan e û divê ev bên parastin. Îro hem dewlet hem jî Kurd dixwazin nirxên xwe biparêzin. Hinek klîkan di sala 2013’an de pêşiya hevdîtinan girtin. Weke ku ‘Kurdan pêvajo xerab kir”ibe nîşan dan. Lê Kurdan pêvajo têk nebirin. Birêz Ocalan pêşengekî girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo Rojhilata Navîn aktorekî girîng e. Îro li seranserî cîhanê fikrên wî tên nîqaşkirin. Heke birêz Ocalan biaxive dê li Rojhilata Navîn xwîn nerije. Divê pêşî li rijandina vê xwînê were girtin. Rêya vê jî aştî ye.”    ‘EV PEYAM JI BO HER KESÎ YE’   Karataş, got ku peyama Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ev peyam her wiha ji bo gelê Tirk û gelên Rojhilata Navîn e. Divê rejîmên Îran, Iraq û Sûriyeyê jî vê peyamê baş bibînin. Kurd li her çar dewletan jî hêzeke bihêz in. Birêz Ocalan gava ewil avêt. Ev ne dawiyek lê destpêkek e. Ev peyam ji bo her kesî ye. Êdî îktîdar mecbûre e ku tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Mecbûr e ku mafên Kurdan misoger bike. Dibe ku îktîdareke nû were û van gavan vala derxîne. Ji bo ku ev yek nebe, divê îktîdar tavilê temînateke qanûnî bide. Pêvajoyên wiha ewqas bi hêsanî dernakevin holê. Ev firsende sedsalê carekê dernakevin pêşiya mirov. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, hatin sirgunkirin û gund hatin şewitandin. Ji bo ku ev dîsa çênebin, dewlet mecbûr e gavan biavêje. Temînata destûra bingehîn mecbûriyeteke. Dayina vê peyamê ya li Qada Şêx Seîd, tê wateya pêkhatina xeyalên Şêx Seîd û hevalên wî. Divê gelê me piştrast be ku ev encama têkoşîn, ked û nirxên wan e. Ya girîng ew e ku mirov vê biencam bixe. Ji vir û şûnde peywireke mezin dikeve ser milê her kesî. Ji bo ku êşên nû neyên jiyîn divê herî zêde jî dayikên Tirk piştgiriyê bidin vê gavê.”    MA / Emrullah Acar