Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane 2025-02-28 08:47:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan axivî û got ku ew piştgiriyê didin her cureyên hewldanên çareseriyên aştiyane û amade ne ku piştgiriyê bidin.    Banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh li Stenbolê bi raya giştî re hate parvekirin. Bangê li hemû cîhanê deng veda û piştgirî jî didomin. Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî piştgirî da.    Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye: “Pêşwazî û piştgiriya her hewldaneke çareseriya aştiyane ya pirsgirêkên li herêmê dikin. Herêma Kurdistanê tim faktoreke girîng a aştî û aramiyê ya li herêmê ye. Di vê çarçoveyê de amade ye alîkarî û xwedî roleke ya serxistina proseya aştiyê ya li Tirkiyeyê dike.”