Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike 2025-02-27 12:31:40 AMED - Qada Şêx Seîd ku dê daxuyaniya dîrokî ya Abdullah Ocalan li wir bi zindî were weşandin, ji bo daxuyaniyê tê amadekirin.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê îro piştî hevdîtina li Îmraliyê, banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike. Daxuyaniya têkildarî bangê dê li Amed, Wan û Mêrsînê li ser ekranên ledê yên mezin bên weşandin.    Beriya daxuyaniyê, li Qada Şêx Seîd a Amedê amadekarî dest pê kirin.