Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye 2025-02-27 12:30:52 WAN - Amadekariyên li Qada Bajar a Wanê ku dê bi beşdariya bi deh hezaran kesan banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were guhdarîkirin, ber bi dawiyê ve ne.  Yek ji cihên ku dê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were temaşekirin jî Wan e. Amadekariyên li bajar ber bi dawiyê ve ne. Ji duh ve li bajar berf dibare. Komên Şaredariya Rêya Armûşê jî ji bo paqijkirina berfa li Qada Bajar ku dê daxuyanî lê were temaşekirin, seferber bûne.     Pergala deng û ekranên LED’ê li qadê hatin danîn. Ji saet 16.00’ê ve gel dê têkeve qadê. Ji bo qad û çalakiyan hemû destûr hatine girtin û tê payin ku saet di 17.00’ê de bi deh hezaran kes li qadê bin.