Rêveberiya Xweser êrişa ser Şedadê şermezar kir 2025-02-27 10:26:40 NAVENDA NÛÇEYAN  - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa dewleta tirk a li dijî gundê Riwêşid ê navçeya Şedadê ya li başûrê Hesekê şermezar kir.  Dewleta Tirk duh bi balafirên şer û bêmirov li dijî çolistana Riwêşid a başûrê Hesekê êrişên hewayî pêk anîn û di encamê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên hewayî yên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku ew êriş derfetê didin DAIŞ'ê ku xwe dîsa vejînin. Rêveberiya Xweser civata navneteweyî li hemberî van êrişan berpirsiyar dît û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi awayekî lezgîn wan êrişan rawestînin.   Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew êriş beşek ji siyasetên têkbirina aramiya herêmê û vejandina DAIŞ'ê ye. Di dawiya daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û êrişan rawestînin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.