Amed li benda banga dîrokî ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2025-02-27 09:52:07 AMED - Gelê Amedê li çaverêya peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Welatiyan gotin ku divê peyam bidîmen be û diyar kirin ku hewceye Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.  Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro dê bi li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û piştre jî banga Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike. Têkildarî banga Abdullah Ocalan dê li Amed û Wanê ekranên ledê yên mezin bên danîn. Xelkê bajêr ku bi kelecaneke mezin li benda peyama Abdullah Ocalan e, diyar kirin ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.    Meral Kaçmaz Suzer anî ziman ku li rexekî hevdîtin û hewldanên çareseriyê, li rexa din qeyûm, êriş, girtin û binçavkirin hene û wiha domand: “Ev yek nakokî ye. Heke daxwaza wan a aştiyê hebe, bila mafên Kurdan û zimanê wan bidin. Divê peyama Abdullah Ocalan li hemû cîhanê bi dîmen be. Heta divê peyam bi awayekî zindî were dayin. Wê demê gel dê ji pêvajoyê bawer bike. Heta ku bidîmen nebe, ma em ê çawa bizanin ka Abdullah Ocalan çi gotiye.”    Mecît Turgay jî diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê neteweyekê ye û tenê ew dikare gel ji bo aştiyê qaneh bike. Turgay, wiha got: “Divê peyama birêz Ocalan bidîmen be. Piştre jî divê azad bibe û em dixwazin bê Amedê. Heke dewlet cidî û jidil be, bila van daxwazan pêk bîne. Yên dixwazin bi Kurdan re bijîn bila rêberê Kurdan berdin.”    'LI SER KAXIZÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Salih Kizil jî destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bi sala ye hewl dide bi Tirkiyeyê re zemîna aştiyê çêbike û wiha pê de çû: “Divê peyama Rêber Apo bidîmen be. Heta divê azad bibe û wisa bide. Li ser kaxizê nayê qebûlkirin. Divê bi awayekî azad derkeve nav gel û fikrên xwe parve bike.”    Mûstafa Metîn jî anî ziman ku ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî azad bibin. Metîn, wiha got: “Divê peyama Abdullah Ocalan bidîmen be. Dewlet dibêje ‘di mewzûatê de nîne.’ Ev yek nîşaneya nejidilbûna wan e. Heke daxuyaniyek hebe divê ev bidîmen be. Tiştekî veşarî tune ye, divê nebe. Belkî tiştên ku wî negotiyî ji me re bên gotin. Lewma divê tiştên wî gotin her kes bibîne.”    Îlamî Mutlu jî got ku îktîdar ji ber dengan winda neke naxwaze peyama Abdullah Ocalan bidîmen be û got: “Em dixwazin peyam bidîmen be.”    Zulkuf Kiliç jî daxuyand ku divê pêvajo zelal be û wiha domand: “Pêvajoya heta niha zelal nîne. Ma dê çi zirara peyama Rêbertiyê ji bo îktîdarê hebe. Heke ji bo çareseriyê jidil bin, divê peyama bidîmen bidin.”    'DIVÊ HER TIŞT JI RAYA GIŞTÎ RE VEKIRÎ BE’    Gulşen Bortluçene jî got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin, hewceye peyama Abdullah Ocalan bidîmen be û wiha axivî: “Divê her tişt ji raya giştî re vekirî be. Divê bi veşarî nekin. Divê peyam bidîmen be.”    Ayşe Guleç jî bilêv kir ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin û got: “Divê cihêkarî neyê kirin û her kes bi rehetî bijî. Bila peyam vekirî be. Ez Kurd nînim Tirk im lê dîsa jî aştiyê dixwazim.”    Mehdî Suzer jî daxuyand ku li Kurdistanê zilm heye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê peyama Abdullah Ocalan a ji bo biratiya gelan bi awayekî zindî were dayin.”