Jin wê ji bo mafên xwe û jiyana xwe li qadan bên cem hev 2025-02-27 09:05:12 STENBOL - Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalîncakoglûyê bang li jinan kir ku li qadan bicivin û got: “Eger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe û hem jî mafên xwe yên bi dest xistine jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin.” Jin di hawirdoreke ku polîtîkayên" malbatperest" ên desthilatê, sererastkirinên qanûnî yên destjêberdanê zehmet dikin û êrişên li ser nefeqeyê zêde bûne û qanûna 6284 tê gengeşekirin de amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di sala 2024’an de herî kêm 394 jin hatine qetilkirin û herî kêm 259 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên JINNEWS’ê di sala 2024’an de herî kêm 358 kes hatine qetilkirin û 221 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.   Feminîst û rêxistinên jinan têkoşîna xwe di nava salekê de bi eşkerekirina tundiya mêr-dewletê li qadan berdewam kirin. 8'ê Adarê ku bi çalakiyên girseyî pêk hat, wê îsal li gelek bajaran bi çalakiyên curbicur bê pîrozkirin. Yek ji navendên girîng ên jinan Stenbol e. Jin wê îsal di Hevdîtina Jinan a ku wê bi roj li Qada Îskele ya Kadikoyê bê lidarxistin bên cem hev û danê êvarê jî li Kolana Îstîklalê beşdarî Meşa Şeva Feminîst a kevneşopî bibin.   Nûnera KCDP'ê Şîrîn Yalîncakoglûyê der barê têkoşîna jinan de axivî.   PÊŞÎ LI BER TUNDIYÊ HAT VEKIRIN   Şîrîn Yalıncakoglû diyar kir ku sala 2024'an sala herî zêde ya tundiya mêr tê dîtin û got ku hewldana girtina jinan a li malê rê li ber tundiyê vedike. Şîrîn Yalıncakoglûyê got: “Ger hûn zilamtiyê bi rûmet bikin û jinan bikin obje, ger hûn wan wekî kedkara malê û heyînên ku divê mêr guh nedin wan nîşan bidin, hûn ê di civakê de meyla tundiyê derxin holê. Ji ber ku jinan xwest dest jê berdin me bûyerên ku zarok hatin kuştin, jin hatin kuştin dîtin. Mirina 259 jinan, nayê wê wateyê ku her 259 jinan xwe kuştiye. Em tu carî vê qebûl nakin. Gelek dosyeyên ku dihat gotin xwe kuştine hatin nixumandin hene, lê piştre me eşkere kir ku ew cînayet in. Malbat niha delîlên xwe kom dikin û ne li meqamên hiqûqî, dadgeh, dozgerî an jî polîsan, li ser medyaya civakî banga edaletê dikin. Wan bi polîtîkayên ku her aliyê jiyanê diyar dike rê li ber jiyana jinan girt."   QANÛNA 6284'Ê   Şîrîn Yalîncakoglûyê diyar kir ku li dijî qetlîamên li ser jinan ku bi vekişîna Peymana Stenbolê re zêde bûne çalakî li dar xistine û got: “Ji bo bicihanîna qanûna bi hejmara 6284’an û ji bo hemû jinan mafên xwe vebêjin me dest bi seferberiyê kir. Divê em li her qadê têbikoşin. Em gelek bûyer û atolyeyan organîze dikin. Em bi hemû saziyan re hevdîtinan dikin. Em ê bi gelek pêkhateyên rêxistina jinan re tevlî gelek çalakiyan bibin. Û em ê vê ji jinan re bibêjin: 'Hûn li ku derê dixwazin xwe bi cih bikin, li kîjan qadê dixwazin têbikoşin, bêyî ku serî li ber zextan bidin; em we vedixwînin ku li kolanan, li salonan, li her cihê ku em pê re rû bi rû bimînin, li dijî helwesta desthilatdariyê ya li derveyî hiqûqê, ji bo mafê bingehîn ê jiyanê, mafê destûrî, azadî û rêgeziya jinê û ji bo ku LGBT bibin xwedî wekhevî hemû mafên xwe, ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo mafên xwe têbikoşin. Ger em li dijî vê helwesta faşîst şer nekin, em ê hem jiyana xwe ji dest bidin û hem jî mafên me yên bi dest ketine dê ji destê me bên standin. Ji ber vê yekê em ê tu carî dest ji têkoşînê bernedin."   MA / Yeşîm Tukel