Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan serî li baroyê dan 2025-02-26 15:44:19   WAN - Rojnamegerên li Wanê, ji ber binçavkirin, tundî û binpêkirinên mafan ên di dema çalakiyên protestokirina qeyûm de li hempîşeyên wan hatine kirin, serî li Baroya Wanê dan.    Rojnameger û kedkarên çapemeniyê yên li Wanê ku di dema çalakiyên protestokirina qeyûm de bi êriş, tundî, binçavkirin û heqaretên polîsan re rû bi rû man, têkildarî binpêkirina mafan serî li Baroya Wanê dan. Rojnamegeran bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi Serokê Baroyê Wanê Sînan Ozaraz û rêveberiya baroyê re hevdîtinê pêk anîn. Rojnamegeran behsa zextên li ser çapemeniyê kirin. Baroyê ji bo şopandina zextên li ser çapemeniyê û komkirina delîlan soz da rojnamegeran û diyar kir ku ew ê der heqê polîsên ku van kiryaran dikin, gilî bikin. Her wiha baroyê da zanîn ku ew ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin û rapora ku dê amade bikin, ji saziyên navneteweyî re jî rê bikin.   Di serdanê de Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen axivî û diyar kir ku ew ê têkildarî zextên polîsan ên li ser çapemenî û rojnamegeran li vir kom bûn e. Bîlen, got ku di van demên dawî de û di hemû çalakî û xwepêşandanên civakî de polîs rojnamegeran dikin armanc û tundî, gef, heqaret, çêr û muameleya xerab dikin. Bîlen, destnîşan kir ku ew ê li ser vê meselê bisekinin û serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.   Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî diyar kir ku ew ê ji bo komkirina delîlan komîsyonekê ava bikin û raporekê biweşînin. Sînan Ozaraz anî ziman ku piştî komkirina delîlan ew ê serî li Walitiya Wanê, Miduriyeta Polîsan a Wanê, Wezareta Karên Navxwe û saziyên navneteweyî bidin. Ozaraz jî ji bo şopandina zextên polîsan ên li ser rojnamegeran soz da û got ku ji aliyê hiqûqî ve çi bikeve ser milê wan dê bikin.