Cemîle Turhalli: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be 2025-02-26 10:47:45 AMED - Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Turhalli diyar kir ku girîngtirîn mijara pirsgirêka Kurd zimanê dayikê ye û got: “Heta pirsgirêka zimanê dayikê neyê çareserkirin mimkin nîne çareserî pêş bikeve.”  Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli têkildarî hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd axivî. Cemîle Turhalli, diyar kir ku naskirina zimanê Kurdî dê ji bo pêşketina pêvajoyê girîng be û got: “Ziman, hebûna gelekî ye lê dîroka Tirkiyeyê bûye goristana zimanan. Di tevahiya dîroka komarê de zext li ser zimanan hebûn. Jixwe ji destpêka komarê heta niha li ser Kurdî qedexeyên sîstematîk hene. Ji bo guherandina vê polîtîkayê heta niha yek gav jî nehatiye avêtin.”    GIRÎNGIYA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ     Cemîle Turhalli, diyar kir ku zimanek dema bû zimanê cemaweriyê hebûna xwe diparêze û ev tişt anî ziman: “Ji bo vê jî divê bibe zimanê perwerdeyê. Dinyaya bi milyonan zarokan bi perwerdeyê teşe digire. Ji dayik û bavên xwe formekî digirin lê ji bo pêşxistin û mezinkirina wê formê divê perwerde bibe. Jixwe krîza ewil a hemû zarokên Kurd dijîn, bi perwerdeyê dest pê dike. Neçar dimînin ku bi zimanekî qet nas nakin biaxivin. Ji ber ku nikare biaxive tundî lê tê krin. Ew ziman dibe sedema tundiyekê. Zarokên Kurd û malbatên wan her tim rastî cihêkariyê hatin. Rastî êrişên nefretê hatin. Lê gelê Kurd bi vê rastiyê re hevrû bû û weke egera berxwedanê dît. Gelê Kurd hewl dide êdî vê veguherîne destkeftiyekê.”    'DIVÊ WEKE ZIMANÊ FERMÎ BÊ QEBÛLKIRIN’    Cemîle Turhalli, got ku Kurd ji ber ku zimanê Tirkî tê ferzkirin di qadên cemaweriyê de rastî cihêkariyê tên û wiha pê de çû: “Ev yek jî rê li ber travmayan vedike. Ev tişt, rewşekî biçûkxistinê ye. Divê ev mijar dîsa bê sererastkirin. Ev jî bi wê pêkan e ku ev ziman êdî di tevahiya xizmetên cemaweriyê de bê qebûlkirin. Û divê zimanê perwerdeyê bi vî zimanî be. Anku divê Kurdî bibe zimanê fermî.”    Cemîle Turhalli, got ku girîngtirîn mijara pirsgirêka Kurd zimanê dayikê ye û ev nirxandin kir: “Heta pirsgirêka ziman neyê çareserkirin mimkin nîne ev pêvajo veguhere pêvajoya çareseriyê. Ji ber ku mafekî sereke ye. Heke bixwazin Kurd bibin hemwelatiyên wekhev, divê pirsgirêka ziman bê çareserkirin. Çareseriya perwerdeya bi zimanê dayikê dê bibe çareserî. Ev yek dê ji bo çareseriyê gelek sûdewer be. Dewletê heta niha her tim yekzimanî ferz kir. Lê eşkere bû ku çareserî nîne. Divê aştiya zimanan hebe ku aştiya civakî bikare ava bibe. Ji gotina aştiya zimanan mebesta me, wekheviya zimanan e. Anku perwerdeya bi zimanê dayikê, xizmeta cemaweriyê ya bi zimanê dayikê û hwd. Ev yek dê pêvajoyê xurtir bike.”    Bi domdarî Cemîle Turhalli wiha got: “Tevî bedelên giran jî siyaseta Kurd têkoşîna ziman heta niha jî domand. Ji hêla ziman ve gel rastî tundiyê hat. Ji ber ku divê zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Aliyê din jî divê di nava civakê de bê belavkirin. Êrişên ser Kurdî û çanda Kurdan didomin. Her cihê êriş dibin ser divê mirov bêhtir xwedî li wir derkeve. Heke em bi Kurdî biaxivin û xebat bên meşandin, divê ev xebat 2-3 qet bêhtir bên kirin. Pêvajoya em jê re dibêjin pişaftin, bi zextê û tundiyê dest pê dike lê piştre bi rizayê didome. Carnan zext vediguhere rizayê û demek piştre hûn xwe bi xwe dibin çerxa pişaftinê. Lewma divê em xwedî li van nasnameyan derkevin.”    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel