‘Kongreya Diyaloga Niştimanî’ bi rexne û boykotê dest pê kir 2025-02-25 15:40:55   NAVENDA NÛÇEYAN - “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ku ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve tê lidarxistin, din bin siya rexne û boykota gelek derdoran dest pê kirin. Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê têkildarî kongreyê daxuyanî da û got ku gelek kes li derveyî kongreyê hatine hiştin.    “Kongreya Diyaloga Niştimanî” ku ji hêla rêveberiya demkî ya Şamê ve tê lidarxistin, dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar a kongreyê, dê kongre 6 saetan bidome. Gelek aliyên sûriyeyî yên muxalefeta rejîma berê kongre rexne kir û gelek beşên civaka Sûriyeyê û hêzên bibandor ên sûriyeyî kongre boykot kiriye.   35 hêz, tevgerên siyasî, civakî û yên jinan ên Sûriyeyê destnîşan kiribûn ku kongreya ku nûnerên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê tê de amade nebin, dê encamên wê bêwate bin, ne cidî bin û her wiha dê nekarin çareseriyê peyda bikin.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nûnertiya ji sedî 30’ê erdnîgariya Sûriyeyê dike, diyar kiribû ku kongreya tê lidarxistin nûnertiya tevahiya gelê Sûriyeyê nake û hêviyên wan bi cih nayîne. Rêveberiya Xweser destnîşan kiribû ku bi dûrxistina pêkhateyekê ne mimkun e diyalog pêk werin.   PARTIYA PÊŞEROJÊ BERTEK NÎŞAN DA    Partiya Sûriyeya Pêşerojê jî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî kongreyê da û şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Kantona Reqayê ji aliyê Hevserokê Partiyê Ebid Hamid El Mihbaş ve hat xwendin. El Mihbaş, anî ziman ku rêbaz û şêwaza lidarxistina Kongreya Diyaloga Nîştimanî ya Sûriyeyê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê nake.   El Mihbaş, diyar kir ku hevkariyeke rasteqîn tune ye û got: “Ji ber ku gelek aliyên çalak ku nûneratiya beşên berfireh ên civaka Sûriyeyê dikin, bi taybetî jî partî û tevgerên siyasî hatine dûrxistin. Her wiha komîteya amadekar mekanîzmayeke zelal û aşkera ji bo dan û standina bi welatiyan re an jî berçavgirtina nêrîn û pêşniyarên wan peyda nekiriye. Ev reftar, ji bo pêvajoya biryardayînê û avakirina siberoja Sûriyeyê, fikaran zêde dike û dengê gelê Sûriyeyê paşguh dike.”   ‘DIVÊ XEBATEKE RASTEQÎN WERE KIRIN’   Herî dawî jî El Mihbaş ev tişt anî ziman: “Partiya Sûriyeya Pêşerojê di wê baweriyê de ye ku diyalogeke nîştimanî ya rasteqîn, li ser bingehên zelalî, pêbawerî, beşdariya rast û berfireh, ew ê bibe rêya pêkanîna dadmendî û lihevhatinê li Sûriyeyê. Ji ber vê yekê em dixwazin xebateke rasteqîn ji bo lidarxistina kongreyeke berfireh were kirin ku hemû beşên gelê Sûriyeyê tê de amade bibin û bibe alîkar ji bo avakirina siberoja Sûriyeyê. Me ev tişt di kongreya ku îro li Şamê tê lidarxistin de nedît. Sûriyeyê ya hemû gelê Sûriyeyê ye bê dûrxistin û paşguhkirin.”