Nesrîn Nas: Divê muxalefet li dijî êrişên desthilatê bibe yek 2025-02-25 10:06:35   İSTANBUL - Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas diyar kir ku paralelî hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re desthilat hewl dide hemû muxalefetê bêdeng bike û got: "Rêya derketina ji vê yekê ew e ku muxalefeta sazûmaniyî û civakî li hev bicivin û dengê aştiyê bilind bikin."   Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas ku têkildarî hevdîtinên Şandeya Dem Partiyê yên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nirxandin kirin, got: "Tirkiye êdî nikare bi van pirsgirêkan re bijî. Divê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî vê yekê qebûl bikin."    Nesrîn Nasê destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên di warê demokrasî û azadiyan de neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got ku çareserkirina pirsgirêka kurd dê tevkariyeke mezin li Tirkiyeyê bike. Nesrîn Nasê got: "Tirkiye bi salan e ji bo neçareserkirina pirsgirêka kurd hincet ji xwe re çêkirin. Tirkiye tim fikirî ku ger ez daxwazên kurdan ên li ser esasê mafan pêk bînim, dê kurd ji me biqetin û wê kurd bihêztir bibin. Ji ber ku Tirkiyeyê ev tirsên xwe enjekteyî civakê jî kiriye, ev yek bû sedema ku çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke lareşî. Ev helwest tenê ne di warê pirsgirêka kurd, di her warî de xwe dide der. Gava em ji heq meseleyê dernekevin, vê carê em darê zorê dixin dewrê. Ez tiştên niha diqewimin qest dikim."    ‘HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ GIRÎNG IN'   Nesrîn Nasê destnîşan kir ku hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re girîng in û got: "Devlet Bahçeliyê ku demekê li qadên hilbijartinê benikê îdamê dihejand, ji nişak ve got 'Bila Abdullah Ocalan were meclisê biaxive.' Gaveke girîng avêt. Ev jixweber çênebûn. Ev bi geşedanên li Rojhilata Navînê, li herêmê bicihbûna Îsraîlê, guherandina desthilata DYA'yê û avakirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar in. Armanca Erdogan sînorên 'Mîsakî Mîllî'yê û ew û ekîba wî ji sala 2011'an ve ji bo kontrolkirina Sûriyeyê tu tişt neman nekirin."    Nesrîn Nasê destnîşan kir ku di pçvajoyeke bi vî rengî de peywireke girîng dikeve ser milê rêxistinên sivîl û mafan û got ku di vê pêvajoyê de divê muxalefet bibe yek.    Nesrîn Nasê anî ziman ku ji her wextî bêtir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke civakî heye û got ku aştî jî gava her kes xwe wekî welatiyê wekhev bibîne wê pêk bê.    Nesrîn Nasê destnîşan ku li Tirkiyeyê diviyabû pergala tecrîdê ji zûde bihata rakirin û got: "Rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş di warê hiqûqê de jî diviyabû bihatana kirin. Lê desthilat dibêje 'ez girtiyê nexweş bernadim, tecrîdê ranakim û hûn werin cihê ez dixwazim.' Meseleya kurd divê bi awayekî cidî bê gengeşekirin. Hêvî û bendewariyeke civakê heye. T   MA / Esra Solîn Dal