Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin 2025-02-25 09:49:34 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê têketina 11 herêman ji bo 15 rojan qedexe kir.  Walîtiya Şirnexê careke din 11 herêm weke “herêma ewlehiya taybet a demkî” ragihand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têketina 11 herêmên li navenda Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ji bo 15 rojan hatine qedexekirin. Qedexe dê di navbera 26’ê Sibatê û 15’ê Sibatê de be.    HERÊMÊN HATINE QEDEXEKIRIN   Herêmên hatine qedexekirin ev in: Besta, Gabar, Cûdî, Kelamemê, Textereş, çiyayên Kurt, Donmezler, Kovankaya, Încebeldaglari, Altindaglari û Oymakaya.