Li Şirnexê şerê taybet: Destavêtin zarokan, daxilî nava fihûşê kirin 2025-02-25 09:02:45   ŞIRNEX - Di "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê derket holê rola leşkeran hat tespîtkirin û di îdianameyê de îşaret bi destavêtina zarokan û ferzkirina fihûşê hat kirin.    Polîtîkayên şerê taybet ên li bajarên Kurdistanê tên meşandin, bi dosyeya "çeteya fihûşê" ya li Şirnexê hat vekirin, careke din derket holê ku bê zarok û jin çawa daxilî nava tiştên wiha tên kirin. Di îdianameyê de ku der barê 3 jê çawîş pispor û yek jê efser der barê 25 kesan de hat amadekirin, dide der ku bê fihûşa li bajêr çawa bi destê jinên ji rojavayê Tirkiyeyê tê şandin, tê berbelavkirin. Tora ku li bajêr hatiye çêkirin jî, bi rêya jinên ku ji rojavayê Tirkiyeyê tînin û li vir bi çawîşên pirspor re dijîmn, tê pêşxistin.    Di îdianameya der barê çeteya ku jinên Rojavayî jî di nav de gelek jin û zarok daxilî nava fihûşê kirine de, Îbrahîm Tatar wekî serekê çeteyê cih digire û rêxistinê koordîne dike û ewlehiya wê pêk tîne.   JINÊN ROJAVAYÎ JI QOSERÊ ANÎN   Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Îbrahîm Tatar bi erka wezîfedarkirina alîkar û xizmê xwe Kenan Tatar re çeteyê bi rê ve biriye û hat gotin ku li gel Halîm Enûştekîn ê ji Melİsa Barê ku ew û Îbrahîm Tatar şirîkê wê bûn, jinên Rojavayî yên bi navê F. A., X. Y., T. Y. û J. A. ji navçeya Qoser a Mêrdînê anîne. Hat diyarkirin ku di nava çeteyê de ajokar Ferhat Dayan û garsonê Melîsa Barê Ferhat Ok di anîna jinên ji Rojavayê de alîkarî kirine. Jinên Rojavayî di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de diyar kirin ku ew ji bo li cem Halîm Enûştekîn bixebitin hatine bajêr û gotin ku nizanbûne wê li ku derê û çawa bixebitin. Lê belê di îdianameyê de hat dîtin ku di pêvajoya lêpirsînê de îfadeyên jinên Rojavayî esas nehatine girtin.    DESTAVÊTIN Û FIHÛŞ    Di îdianameyê de cih girt ku bê 2 zarok çawa daxilî nava fihûşê hatine kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de derket holê ku zaroka bi navê S.B. (05.11.2013) ji aliyê Mehmet Salîh Sakîn ve bi destavêtinê re rû bi rû maye. Di îdianameyê de îfadeyên zarokên gilîker jî cih girt. Her wiha di îdianameyê de hat diyarkirin ku zaroka din a ku bi darê zorê fihûş li wan hatiye ferzkirin H.B. dema li mala rêvebira çeteyê Ayşe Yerenê bûye bi destavêtinê re rû bi rû maye.    Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku ji kiryaran Kenan Tatar, destavêtiye zarokên bi navê S.B. û H.B. Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku Kenan Tatar bi Bîrsen Ateş, Meral Akin û Remzî Yarar re herelet kiriye û tê gotin ku ev kes ji bo fihûşê ji derveyî bajêr jin anîne û tê texmînkirin ku bi leşkerên payebilind re hereket kiriye.    TAPEYÊN TELEFONAN   Di îdianameyê de ku tê de tapeyên telefonan jî hene, ji zarokên ku Kenan Tatar destavêtiyê wan S.B., diyar kiriye ku Kenan Tatat xwestiye bi xaltîka wê re be. Di tapeyan de tê dîtin ku Kenan Tatar ji S.B.'yê re dibêje "Gava tu hatî kesekê jî bi xwe re bîne." S.B. jî dibêje "Kî?" Tatar dibêje "Xaltîka xwe."   Di îdianameyê de cih girtiye ku Tatar gef li S.B.'yê xwarine û gotiye ku ge rfihûşê neke wê ji bavê wê re bêje.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Ayşe Yeren a bi kodnavê "Dîla" bi çawîşê pispor Turgay Koç ê li bajêr dixebitî re têkiliya xwe hebûye û pereyê ku bi dest xistiye daye Koç û ev rewş di navbera Îbrahîm Tatar û Turgay Koç de bûye sedema pirsgirêkan. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku Koç ji ber ku pirsgirêk zêde bûne întîxar kiriye, ji ber ku bi malbatê gef li Koç xwariye û gotiye wê axaftina wî û ya Ayşe Yarenê belav bike.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Ayşe Yaren û Meral Akin fihûş li zarojên bi navê H. B. û S.B. dane ferzkirin.    ROLA LEŞKERAN   Di îdianameyê de hat gotin ku Meral Akin a bi nasnav "Sevgî" ya ku di lîsteya "rêvebera çeteyan" de cih digire, ji bajarên din jin anîne ku bi çawîşê pispor Huseyîn Şahîn re fihûşê bikin. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Meral Akin bi leşkerên li Şirnexê yên bi navê Huseyîn Şahîn, Ertaç Kaya û Mûstafa Yalçin re hereket kiriye.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Meral Akin ji bajarên wekî Edene, Enqere û Amedê jin anîne Şirnexê û Bîrsen Ateş a bi nasnav "Esîn" bi şofêrên taksiyê yên di şebekeya fihûşê de sewqiyat dikirin re di nava têkiliyê de bûye.   Di îdianameyê de ku hat diyarkirin Bîrsen Ateş hinek pereyên ku ji fihûşê bi dest xistiye wekî komîsyon daye Kenan Tatar û hat diyarkirin ku ajokarê taksiyê Remzî Yarar di tecawiza zarokan û fihûşa jinan de navbeynkarî kiriye û texsiya xwe ya bazirganiyê jî ji bo fihûşê bi kar aniye. Di îdianameyê de hat diyarkirin ku Yarar texsiya xwe ya bazirganiyê ji bo destavêtina zarokan bi kar aniye.    Di îdianameyê de îşatret bi leşkerên payebilind ên ku bi bikaranîna bandora xwe ya leşkerî fihûşê dikin hat kirin û hat diyarkirin ku van leşkeran sûcê "endamtita rêxistinê" kirine. Di îdianameyê de hin bûyerên ku di tapeyên têlefonan de jî hatine nîşandan. Hat diyarkirin ku têkiliya çawişê pispor Huseyîn Şahîn bi serçete Meral Akîn re hebûye, di heman malê de mane û ji bo fihûşê hewl dane 2 jinan ji Edeneyê bînin, lê ji ber hin pirgsirêkan ev yek pêk nehatiye. Di îdianameyê de hat gotin ku çawişê pispor Şahîn bi bandora xwe jinan aniye Şirnexê û hat destnîşankirin ku Şahîn bi çete û rêveberê çeteyê Îbrahîm Tatar re di nava têkiliyê de bûye û di navbera wan de pevguhertina pereyan çêbûye.    Di îdianameyê de hat diyarkirin ku çawîşê pispor ê din Ertaç Kaya bi Meral Akin re têkilî daniye û jina bi navê Arzu E. ji bo fihûşê aniye Şirnexê û Kaya û efser Mustafa Yalçin jî bi Arzû re têkilî danîne.    MA / Zeynep Dûrgût