Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin 2025-02-24 15:15:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyona li dijî HDK’ê li gelek bajaran hate protestokirin û hat gotin ku îktîdar hewl dide HDK’ê krîmînalîze bike.    Di 18’ê Sibatê de li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) operasyona girtin û binçavkirinan hate destpêkirin. Di êrişê de 51 kes hatin binçavkirin û ji wan 30 jê hatin girtin û 21 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Êrişa li dijî HDK’ê li bajarên Edene, Mêrsîn û Rihayê hate protestokirin.    EDENE   Bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di daxuyaniyê de ji ewil bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da.    'HDK ZEMÎNA PÊKVEJIYANÊ YE’   Aydemîr, da zanîn ku di nava meha dawî de herî kêm 100 HDK’î hatine binçavkirin û ji wan bi dehan kes hatine girtin. Aydemîr, wiha got: “HDK, zemîna pêkvejiyanê ye. Îktîdara ku ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk bi sala ye darazê weke ço bi kar tîne, li dijî HDK’ê operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin. HDK, têkoşîna ji bo jiyaneke aştiyane, wekhev û demokratîk e. Parastina nirxên demokratîk e. Zemîneke civakî û siyasî ya gelên Tirkiyeyê ye. Armanca van operasyonan, krîmînalîzekirina HDK’ê û tunekirina hêviya aştiyê ye. Em ê nehêlin HDK’ê krîmînalîze bikin. Banga me ji bo îktîdarê ew e ku dev ji van operasyonên xwe berde.”    MÊRSÎN   Platforma Ked û Demkrasiyê ya Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Her roja nû, bêhiqûqiyeke nû, em ê neelimin” û “Rejîma qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hatin hilgirtin. Beşdaran, dirûşmên “Qeyûm debe ye, na ji derbeyan re” û “Em ê bi yekitiyê bi ser kevin” berz kirin. Berdevkê Platformê Kemal Goçmen diyar kir ku armanca ji girtin û binçavkirinan ew e ku muxalefeta civakî bê krîmînalîzekirin. Goçmen, anî ziman ku heke zilm û zext hebe dê li dijî wan têkoşîn jî her tim hebe.    Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û got ku dê têkoşîna wan a li dijî zextan bidome.    RIHA    Bi pêşengtiya DEM Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Rihayê jî daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê yên bajar Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê em hemû HDK’î ne” û dovîza “Em hemû HDK’î ne” hatin hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas diyar kir ku HDK ji bo welatekî demokratîk têdikoşe û ew ê vê têkoşînê bidomînin.    Parlamenter Ferît Şenyaşar jî ev tişt anî ziman: “Em bi îktîdareke faşîst re rû bi rû ne. Daraz veguheriye çoyê îktîdarê. Wezareta Dadê riziyaye. Hevalên me dîl hatin girtin. Li holê tu sûc nînin. Li ser fermanê hatin girtin. Dê hesabê vê bêhiqûqiyê rojekê were dayin. HDK em in, hevalên me rûmeta me ne. Em ê bibin dengê wan.”    'EM JI BIRÊZ OCALAN BAWERIN’   Parlamenter Omer Ocalan jî bi bîr xist ku ev demekî dirêj e operasyonên siyasî didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Di demên dawî de qala pêvajoyekê tê kirin. Her kes li benda banga birêz Ocalan e. Dikare pêvajoya şer a 40 salan derbasî qonaxeke nû bike. Birêz Ocalan ji bo me hewl dide û belkî di rojê pêş de bangekî dîrokî bike. Lê AKP çi dike. Aştî û şer bi hev re nabin. Em ji birêz Ocalan bawerîn. Em ê heta dawiyê siyaseta demokratîk biparêzin. Kurd, li Rojhilata Navîn aktoreke sereke ne. Operasyonên li dijî HDK’ê dê pêşiya aştiyê bigirin. Tu feydeyê tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê û operasyonên li dijî HDK’ê ji bo gel nînin. Terka vê siyaseta xwe ya qirêjî bikin. Gelê me li benda banga Rêberê xwe ye, divê AKP guh bide vê bangê.”