Tehliyeya girtiyê nexweş Akay cara çaremîn hate taloqkirin 2025-02-24 10:40:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Tehliyeya girtiyê nexweş Soydan Akay cara çaremîn bi hinceta “halnebaşiyê” ji bo 6 mehan hate taloqkirin. Malbata Akay, bertek nîşan da û got: “Ya ku tê kirin zilm e.”    Girtiyê nexweş Soydan Akay 7 sal in li Girtîgeha Hejmar 9 a Tîpa F a Sîlîvriyê di hucreya yek kesî de tê girtin. Akay, di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Akay, di sala 1993’yan de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” li Îzmirê hat binçavkirin, piştre cezayê muebbedê lê hate birîn û hate girtin. Tevî ku cezayê wî yê 30 salan qediyaye jî 31 sal in girtî ye û nayê berdan. Akay, heta niha li girtîgehên Buca, Aydin, Amed, Sêrt, Mûş, Maltepe û niha jî li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin. Akay, di Hezîrana 2018’an de bi nexweşiya penceşêra prostatê ket. Li gel vê, nexweşiyên wî yên weke zerik û romatîzmayê jî hene. Akay, çend caran ji ber ku ji hêz û qewetê ket, spazma dil derbas kiriye.   Li gel ku cezayê Akay ê 30 salan qediyaye jî ji ber astengkirina teyliyeyê, nayê berdan. Înfaza wî cara yekemîn di 10’ê Tebaxa 2023’yan de bi hinceta “Ji rêxistinê veneqetiyaye” hate taloqkirin. Di 10’ê Sibata 2024’an de bi hinceta “halnebaşiyê” û 12’ê Tebaxê 2024’an de jî cara sêyemîn bi hinceta “Ragihandina rêxistinê dike” tehliyeya wî hate taloqkirin. Diviyabû Akay di 12’ê Sibatê de bihata berdan lê cara çaremîn bi hinceta “halnebaşiyê” tehliyeya wî hate taloqkirin.    Wasiyê Akay, Şafî Hayme û birayê wî Veysel Akay têkildarî rewşa Akay ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.   ‘HINCETÊN WAN VALA Û BÊBINGEH IN’   Şafî Hayme, diyar kir ku Akay bi rêya telefonê li wî geriyaye û bal kişandiye ser nêzikatiya girtigehê ya keyfî. Li gorî agahiyên Hayme daye, Akay di hevdîtinê de wiha got: “Îdareya girtîgehê poşmantiyê li me ferz dike. Bi muameleya kêfî nêzî me dibe. Ev çar care gazî me dike û bi hincetên vik û vala tehliyeya min taloq dikin. Lê moralê min di cih de ye. Ew hincetên bêbingeh û pûç nikarin moralê min xerab bikin.” Hayme, bertek nîşanî taloqkirina tehliyeya Akay da û ev tişt anî ziman: “Dewlet zilmê dike. Gelek nexweşî li Soydan peyda bûne û nikare jiyana xwe bidomîne. Soydan 30 sal in di girtîgehê de ye û ev cara 4’emîn e înfaza wî tê taloqkirin. Divê Wezareta Dadê li gorî qanûnan tevbigere.”   ‘ÎŞKENCEYÊ LI MALBATÊ JÎ DIKIN’   Birayê Akay, parêzer Veysel Akay jî diyar kir ku birayê wî li girtîgehê di tecrîdê de ye û got: “Ev 8 sal in di hucreya yekkesî tê ragirtin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re dike bi kamerayan tên kişandin. Nexweşê penceşêrê ye û rewşa wî giran e. Tehliyeya birayê min cara çaremîn e tê taloqkirin. Hemû hincet jî bi formalîte kopî dikin. Ev kiriyareke exlaqî û wijdanî nîne. Diya min li Îzmîrê ez jî li derveyî welat bû çar car ji bo tehliyeyê tên Sîlîvriyê lê nayê berdan. Îşkenceyê li me dikin.”