ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN 2025-02-23 09:00:31   * Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ji bo pirsa bê peyama Abdullah Ocalan bidîmen be yan na got “mewzûateke wiha tune ye.” Lêbelê mewzûatên heyî salên dûvdirêj in li Girtîgeha Îmraliyê hatine rakirin.    * Lêpirsîneke mîna ya li dijî KCD’ê niha jî li dijî HDK’ê tê meşandin. Cengîz Çîçek, têkildarî mijarê got: “Dixwazin hewldana avakirina zemîna siyasî ya Ocalan di nava hêzên dost de bêîtîbar bikin û têkoşîna tifaqê bişikînin.”    * Rojnameger Cengîz Altun 33 sal berê li Êlihê hate qetilkirin. Dayika Altun, Turkan Altun diyar kir ku êrişên ser rojnamegeran hêj bi dawî nebûne û got: “Cengîz netirsiya û peyrewên wî jî netirsiyan.”    * Rojnameger Ehmed Semîr bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî ya li dijî qetilkirina rojnamegeran a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û got: “Ma ji bo ev sazî bikevin nava tevgerê divê dewleta tirk çend rojnamegerên din qetil bike?”    * Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan li Navenda Pêşangehan a Yahya Kemal Beyatli 3’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (11.00) ZINDÎ   * Lêpirsînên der heqê HDK’ê de dê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê bê protestokirin. (12.00)   * Şaredariya Rezanê dê li gundê Buyuransuyê çalakiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dar bixe. (13.00)   * Li Mêrdîn û Îzmîrê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panel bên lidarxistin. (14.00)