Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn 2025-02-23 08:50:21 MÊRDÎN - Li Mêrdînê du malbatên ku di navbera wan de dijminatî hebû bi şer çûn. Di şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 jê giran 10 kes jî birîndar bûn.  Li gundê Sellaxê yê navçeya Artuklu ya Mêrdînê di navbera malbatên Erbogan û Oncel de şer derket. Hat zanîn ku di navbera her du malbatan de dijminatî hebû û nîqaşa wan veguherî şerê çekdarî. Li gorî îdiayan; piştî mezinbûna şer komeke ji malbata Erbogan bi çekan êrişî baxçeyê malbata Oncel ku endamên malbatê lê rûdiniştin kirin. Di êrişê de Abdulbakî Oncel, Abdulkadîr Oncel û Ozcan Oncel jiyana xwe ji dest dan. Endamên malbata Oncel jî bi çekan bersiva êrişê dan û pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 jê giran bi giştî 10 kes bi giranî birîndar bûn.    Li cihê bûyerê komên cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin. Têketina gund ji hêla cendirmeyan ve hate girtin û komên tenduristiyê jî kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyên li Artuklu û Qoserê. Li gund tevdîrên ewlehiyê hatin girtin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.