'Qeyûm şaredarî veguherand qereqolê’ 2025-02-04 13:59:06 SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş di çalakiya li dijî tayînirina qeyûm de axivî û got ku qeyûmî avahiya şaredariyê veguherandiye qereqolê. Çalakiya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê di roja 7’an de didome. Li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî daxuyanî tê dayin. Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, endamên meclisa şaredariyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Qeyûm derbeya li dijî vîna gel e” hte hilgirtin.    'EM QEYÛMAN NAS NAKIN’   Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di daxuyaniyê de got ku ev 7 roj in li dijî zîhniyeta qeyûm li ber xwe didin û wiha got: “Em qeyûman nas nakin. Weke mer her carê li qadan gotibû, zîhniyeta qeyûm derbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel e. Divê tavilê hevşaredarên me li peywira xwe vegerin.”    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PÊVAJOYÊ’   Tekîn, bi domdarî bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û ev tişt anî ziman: “Em piştgiriyê didin pêvajoyê. Li rexekî pêvajo li rexa din jî qeyûman tayîn dikin, li kêleka me êrişî gelê me dikin û cenazeyên rojnamegeran asteng dikin. Em ê li dijî bêhiqûqiyên li welat li qadan bin û dê mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin.”    BERSIV DA QEYÛM   Hevşaredar Sofya Alagaş jî da zanîn ku 7 roj in li ber xwe didin û wiha bi lêv kir: "Avahiya xizmetê ya şaredariyê kirin qereqol. Bi daxuyaniyan hewl didin hişmendiyek avabikin û ev kesên ku niha ji kar hatin dûrxistin rast e 76 salî ye. Belê me girt kar. Ji ber ku di dema borî ji hêla qeyûm ve ji kar hatibû dûrxistin. Mexdûrê dema borî bû. Niha li vî bajarî bi sedan kes hatin mexdûrkirin. Em ê gotinên wan teşhîr bikin. Tiştên ku dikin ne xêra vî bajarî ye."   Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş jî destnîşan kir ku li aliyek tayînkirina qeyûm heye û li aliyek jî der barê aştiyê de axaftin tên kirin û got: “Ji bo gelê Kurd û civak Tirkiyeyê em tenê jiyaneke wekhev dixwazin. Em ê ji bo zarok û jin neyên qetilkirin, jiyaneke bi aram pêk bê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha dixwazin jin di nava civakê de pêşengtiyê nekin. Ji pergala hevserokatiyê ditirsin, lê divê bizanin ev zîhniyeta qirêj dê ji holê rabe. Heke di vê pêvojê de samîmî nebin dê gelên Tirkiyeyê winda bikin. Em li dijî bêhiqûqiyê heqîqetê diparêzin. Em dikarin bi hev re jiyaneke bi aram avabikin. Serkeftin dê bibe ya me."    Daxuyanî bi dirûşma “Qeyûm talan e, berxwedan jiyan e", “Bijî berxwedana Sêrtê” û “Dê qeyûm biçin û gel dê bê" bi dawî bû.