Biryara ji bo parastina Kaniyên Munzurê dîsa guherî 2025-02-04 11:25:19 DÊRSIM - Kaniyên Munzurê weke Qada Parastina Xwezayî ya Derêceya 2’yemîn hatibûn ragihandin. Ev biryar hate betalkirin û kanî dîsa weke Qada Parastina Xwezayî ya Derêceya 1’emîn hatin ragihandin.  Kaniyên Munzurê yên li navçeya Pulurê ya Dêrsimê, di sala 2003’yan de Qada Parastina Xwezayî ya bi Derêceya 1’emîn (qada hesas a divê teqez were parastin) hatibûn tomarkirin. Lê belê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê di 28’ê Tîrmeha 2023’yan de biryarek da û Kaniyên Munzurê weke Qada Parastina Xwezayî ya di Derêceya 2’yemîn de diyar kir. Şaxa Yekitiya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Dêrsimê jî ji bo betalkirina biryara wezaretê li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê doz vekir. Di çarçoveya dozê de di 1’ê Mijdara 2024’an de li herêmê keşf hate kirin. Rapora têkildarî keşfê hêj nehatiye parvekirin.    Bi Biryarnameya Serokkomariyê re Kaniyên Munzurê careke din weke Qada Parastina Xwezayî ya di Derêceya 1’emîn de hate ragihandin. Biryar, îro di Rojnameya Fermî de hate weşandin.