Amed xwe ji bo mitînga ‘Aştî û azadiyê’ amade dike 2025-02-04 11:09:13   AMED - Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê ji bo mitînga “Aştî û azadiyê” ku dê di 8’ê Sibatê de were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Li dijî zextan divê gelê me di 8’ê Sibatê de dengê xwe bilind bike.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 8’ê Sibatê de li Qada Stasyonê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi dirûşma “Ji bo aştiyê azadî” dê mitînga “Aştî û azadiyê” li dar bixe.    Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Amedê banga tevlibûna mitîngê kirin.    ‘DIVÊ JIN BI TILILIYÊN XWE LI QADÊ BIN’      Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray diyar kir ku gelê Kurd bi salaye peyama aştiyê dide û wiha got: “Divê ev pergala ku mafên tu kesî nas nake biguhere. Ji bo pergaleke demokratîk em ê li Qada Stasyonê bin. Lewma ev mitîng girîng e. Bi birêz Abdullah Ocalan re çendek hevdîtin hatin kirin lê navek li vê pêvajoyê nehat krin. Em jî dibêjin ku em ê di roja mitîngê de bên gel hev û biqîrin ku navê pêvajoyê bibe aştî. Ev 100 sal in pergal polîtîkaya tunekirina Kurdan dimeşîne. Lê nekarîn bi ser kevin. Em dixwazin hemû gel azad bijîn. Di şer de herî zêde jin êşê dikişînin û herî zêde ew ji bo aştiyê têdikoşin. Divê jin pêşengtiya mitîngê bikin. Divê jin bi tililî, govend, bi kiras û fîstanên xwe li qadê bin û peyama aştiyê bidin cîhanê.”    ‘DIVÊ TECRÎD BIDAWÎ BIBE’     Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz jî diyar kir ku gelê Kurd ev sed sal e ji bo jiyaneke birûmet û aştiyê têdikoşe û got: “Gelê me dê di 8’ê Sibatê de dengê azadiyê bilind bike. Li rexekî hevdîtin tên kirin û li rexa din qeyûm tên tayînkirin û êrişên dermirovî tên kirin. Ev her du bi hev re nabin. Divê yekitiya Kurdan bê avakirin û azad bibe. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome û divê ev tecrîd bê rakirin. Divê hevdîtinên heyî jî bi yekitiyê biencam bibin û daxwazên gel bên qebûlkirin.”    ‘TU XÊRA ŞER JI BO GELAN TUNE YE’     Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn jî wiha got: “Tu xêra şerên li Rojhilata Navîn ji bo gelan tune ye. Me got ‘aştiya herî xerab jî ji şer baştir e.’ Niha zemîna aştiyê heye û divê destê ji bo vê hatiye dirêjkirin ji hewayî ve nemîne. Divê her kes êdî bibîne ku bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn tu polîtîka biser nakevin. Em ji bo vê di 8’ê Sibatê de mitîngê li dar dixin. Tevlibûna vê mitîngê girîng e. Niha pêvajoyek heye û ji bo navek lê were krin, piştgiriya gel girîng e. Mezintirîn daxwaza el aştieke birûmet e. Ev jî bi muxatabên wê dibe. Divê gelê me dakeve qada û aştiyeke birûmet biqîre.”    ‘EM LI STASYONÊ BIN’   Şahîn, axaftina xwe bi vê bangê qedand: “Tevlibûna jin, ciwan û gelan girîng e. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd, girêdayî polîtîkayê şer e. Tu xêra vê polîtîkayê jî ji bo civakê nîne. Lewma em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe dikin ku tev li mitînga ‘ji bo aştiyê azadî’ ya li Qada Stasyonê bibin. Ji bo aştiyeke birûmet divê azadî hebe. Ji bo vê jî divê zemîn bê avakirin. Ji bo zemîn çêbibe jî divê gelê me dakeve qadan û dengê xwe bilind bike.”