Ji Platforma DGD'ê banga ji bo kampanyaya 'ji bo aştiyê milyonek îmze' 2025-02-04 09:08:38   STENBOL - Serokê Platforma DGD'ê Abdûlhakîm Daş diyar kir ku kampanyaya "Ji bo aştiyê milyonek îmze" ya HDK'ê ji bo civakîbûna aştiyê girîng e û bang li her kesî kir ku daxilî kampanyayê bibin.    Kampanyaya "ji bo aştiyê milyonek îmze" ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) berdewam dike. Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DGD) Abdulhekîm Daş ku yek ji piştgirê kampanyayê ye, diyar kir ku kampanya ji bo civakîbûna aştiyê girîng e.   Daş da zanîn ku pirsgirêka kurd bûye pirsgirêkeke gerdûnî, navneteweyî û got ku armanca kampanyayê ew e ku rayeke giştî di vî warî d eçêbibe û bi vî awayî avakirina aştiyê hêsan bike. Daş diyar kir ku îmzeyên hatine berhevkirin wê pêşkêşî meclisê bên kirin û got: "Gelê kurd ev demeke dirêj e hem mafên xwe yên neteweyî hem jî yên mirovî dixwaze û ji bo wan têdikoşe. Bi sedsalan e bi komkujiyan hewl tê dayîn vê têkoşînê bifetisînin. Helbet ne tenê kurd di bin bandora van de ne. Gelek pere jî hatine xerckirin. Gava em lê mêze dikin ev pere ji ku tên, em dibînin ku pereyên gelên Tirkiyeyê ne. Her wiha êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe jî bandoreke pir nebaş li aboriyê dike."    Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat û Başûrrojhilatê (DGD) Abdulhekîm Daş    Daş destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna şer û piştgiriyê didin kampanyaya navborî.    'DIVÊ STATUYA KURDAN BÊ NASKIRIN'   Daş hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bi bîr xist û destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi awayekî cidî bê dîtin û li meclisê bê çareserkirin. Daş anî ziman ku divê civak xwedî li pêvajoyê derkeve û got: "Yên ku herî zêde ji şer zirar dîtine kurd in. Ji ber vê yekê jî zêdetir piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Lê desthilat daxwazên demokratîk ên gelê kurd li ber çavan nagirin û bêstatubûnê li ser wan ferz dikin. Ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe."   Daş destnîşan kir ku divê êdî statuya gelê kurd bê naskirin.    Daş bal kişand ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku divê Tirkiye ji bo aştiyê dest ji êrişên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berde.   Daş diyar kir ku di pêvajoya derbasbûyî de yek ji gavên herî girîng hevdîtina Şandeya Aqilmendan a bi civakê re bûye û ravekirina pêvajoyê bûye û wiha dewam kir: "Kampanyaya 'Ji bo aştiyê milyonek îmze' jî ji bo wê tiştê ye ku ji gel re bê gotin aştî bi polîtîkayên ewlehîparêz nayê û pirsgirêka kurd bi van polîtîkayan çareser nabe. Ev kampanya di heman demê de wê bibe sedema civakîbûna pêvajoyê."   BANGAWAZÎ   Daş destnîşan kir ku divê her kes kampnayaya navborî îmze bike û got: "Bi îmzeyekê tevkariyê li çareseriya demokratîk a pirsgirêkê bikin."   MA / Omer Îbrahîmoglû