Dayikên Aştiyê: Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e 2025-02-03 11:30:47   COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê gotin û kiriyarên îktîdarê yên têkildarî nîqaşên ser çareseriyê rexne kirin û xwestin ku pêvajo zelal were meşandin. Dayikên Aştiyê gotin; “Rêya aştiyê, azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtinên dawî de bi gel re nîqaş bike, “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de duh li Gever a Colemêrgê bi gel re civîn hat lidarxistin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên tev li civînê bûn, xwestin gavên şênber bên avêtin.    HELWESTA ÎKTÎDARÊ REXNE KIR   Emîne Engudar, diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê dê bi xwe re ji bo gelan aştiyê bînin û wiha got: “Divê ev hevdîtin bidomin. Ev hevdîtin pir girîng in. Di çarçoveya hevdîtinan de hinek serdan hatin kirin. Me gava ewil avêt û dora gavavêtinê ya wan e. Divê baweriyê bidin me. Ji ber ku em ji wan bawer nakin û em mecbûr in bi hişyarî nêz bibin. Gotinên girîng hatine kirin û em jê bawerin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din jî êrişî Rojava dikin. Zarok, dayik û şanoger tên qetilkirin. Her cara qala aştiyê dikin qeyûman tayîn dikin. Ser re jî rojnamegeran digirin. Dema em li van dinihêrin jî bêbawerî çêdibe. Her kes qala aştiyê dike lê îktîdar hêj di şer de israr dike. Rêya aştiyê, azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Heta tecrîd ranebe, kes nikare qala aştiyê bike. Birêz Ocalan kengî azad bibe, wê demê mirov dikare qala aştiyê bike. Ji ber ku Ocalan dikare aştiyê bike. Hemû dayik jî divê li gel aştî û azadiyê bin.”    ‘NIFTEYA AŞTIYÊ RÊBERTIYA ME YE’   Gulbeyaz Mihçi jî destnîşan kir ku weke Dayikên Aştiyê bi dehan sale ye tevî êş û eleman jî aştiyê diparêzin û wiha got: “Divê ev pêvajo baş were bikaranîn. Dixwazin pêvajoyê bidin destpêkirin lê hêj jî di şer de israr dikin. Abdullah Ocalan her tim li gel aştiyê bû û nifteya aştiyê di destê wî de ye. Lê îktîdar her carê lîstikekê dike û aştiyê têk dibe. Bi sala ye bi saya şer îktîdara xwe didomîne. Nifteya aştiyê di destê Rêbertiya me de ye. Aştiyeke birûmet her tim dikare were kirin. Divê hemû gel bi destê hev bigirin û lez bidin pêvajoyê. Meha Sibatê ji bo me meheke reş e. Dengekî aştiyê yê di vê mehê de ji bo me dê girîng be. Her çend baweriya me têk biribin jî ev meha Sibatê dikare veguhere ronahiyê. Lewma divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Divê îktîdar bêdeng nemîne û gavan biavêje. Em bang dikin ku her kes xwedî li van gavên ji bo aştiyê derkevin.”    ‘DIVÊ PÊVAJO ZELAL BE’   Saadet Dogma jî anî ziman ku ji ber hevdîtinên heyî bihêvî ne û wiha got: “Em li bendê ne ku îktîdar jî gavan biavêje. Li rexekî dibêjin aştî, li rexa din jî qirkirinên xwe didomînin. Daxwaza me aştiyeke birûmet û pêbawer e. Ji bo şerê bi sala ye didome bisekine, divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Divê ev pêvajo ne bi mijûlkirinê lê bi zelalî were meşandin.”    ‘BILA TECRÎD WERE RAKIRIN’   Gîşver Geylanî jî got ku ew ji felsefe û hêza Abdullah Ocalan bibawerin û wiha axivî: “Baweriya me hem bi gelê me hem jî bi Rêbertiya me tê. Bi vê baweriyê ev têkoşîn bi sala ye didome. Em dixwazin gavên şênber bên avêtin. Ji ewil jî divê tecrîd were rakirin.”