Nîqaşên ser çareseriyê: Îktîdar baweriyê nade 2025-02-03 11:02:10 AMED - Welatiyên tev li kongreya DEM Partiyê ya Rezanê bûn diyar kirin ku îktîdar bi pratîkên xwe yên heyî re di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de baweriyê nade.  Welatiyên tev li kongreya DEM Partiyê ya navçeya Rezan a Amedê bûn, têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd, êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîn.      Îhsan Çapan, anî ziman ku di mijara çareseriyê de baweriya wî bi AKP’ê nayê û wiha got: “Ew ê bi daxwaza xwe tu tiştekî nedin me. Tenê em dikarin bi îrade û têkoşîna xwe jê bistînin. Heke em îrade nîşan bidin dikarin biser kevin.” Çapan, bal kişand ser êriên ser Bendava Tişrînê û got: “Li wir berxwedaneke pir watedar heye. Gel li dijî balafirên şer û çekan bûye mertal. Gel dibêje ‘Em ji mirinê mezintirin.’ Em berxwedana wan silav û pîroz dikin. Divê em jî deng bidin berxwedana wan. Tiştên îro diqewimin, mijara wijdanê ye.”    'ÇI AŞTÎ DI VÊ DE HEYE?’     Mekiye Çekîk jî qala êrişên ser Bendava Tişrînê kir û got: “Em tevek dizanin ka dê aştî çawa bibe. Êrişên ser Rojava didomin. Dibêjin; ‘An hûnê çekan deynin an em ê we tevî wan binax bikin.’ Çi aştî di vê gotinê de heye? Ma em ne zarokên duh in. Dê nekarin me bixapînin. Ji bo bihostek axê mirovan qetil dikin. Digotin ‘Kobanê ket ha dikeve’ lê Kobanê neket. Dê Rojava jî nekeve. Gel tevî zarokên xwe li ber xwe dide. Lewma dê Rojava li ber xwe bide û nekeve.”    ‘BAWERIYÊ NADE KURDAN’     Îsmaîl Yildiz jî bi lêv kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi gavên jidil dikare were çareserkirin û got: “Nabe ku dema qala aştiyê dikî Tişrînê bombebaran bikî. Her roj sivîl tên kuştin. Ji bo aştiyê divê tu baldar bî. Lê dewlet bi gavên diavêje baweriyê nade Kurdan. Li rexekî me dikuje li rexa din jî qeyûman tayîn dike. Li rexa din jî qala aştiyê dike. Ma aştî dê çawa bibe? Heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe gav nayên avêtin. Heta ev çênebin dê tu Kurd bawer nekin.”    ‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN BÊ MECLISÊ’     Giyadîn Medenî jî got ku baweriya wî bi îktîdarê nayê û axaftina xwe wiha qedand: “Li rexekî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike li rexa din li Iraqê dixe. Dema mirov li van dinihêre, mirov dibîne ku jidil nînin. Li rexekî qala aştiyê dikin li rexa din qeyûman tayîn dikin. Weke wan jî gotibû, divê birêz Ocalan bê Meclisê û li wir hevdîtinan bike. Bila nekevin pey lîstikên 100 sal berê Kurd pê xapandibûn.”