‘Yên çareseriyê dixwazin bila êrişan bidin sekinandin’ 2025-02-02 16:22:08   SÊRT - Di çalakiya li dijî xespkirina îradeyê ya li Sêrtê de wiha hate gotin: “Heke çareseriyê bixwazin wê demê bila destkeftiyên gelê Kurd nas bikin û êrişan tavilê bidin sekinandin.”    Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê didomin. Welatiyên li Parka Orhan Dogan hatin gel hev, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Qeyûmê dizek”, “Em ê bi berxwedanê biser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî welatiyan ber bi şaredariyê ve meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Qeyûm derbeya li dijî îradeya gel e” hate hilgirtin. Hevşaredarên Sêrtê yê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, parlamenterên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li meşê bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Qeyûm talan e berxwedan jiyan e”, “Na ji qeyûm re rêzê ji bo îradeya gel bigirin”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Roj dê were dê dewran biguhere û qeyûm hesabê bidin gel” hatin berzkirin. Her wiha meşvanan bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.   Di meşê de her wiha strana “Berxwedan Xweş Doz e” hate gotin.    ‘ÊRIŞEKE LI DIJÎ BIJARTIN Û HILBIJARTINÊ YE’    Di çalakiyê de ji ewil endamê Meclisa Şaredariya Sêrtê Aykut Savaş ku Ereb e, axivî. Savaş, bal kişand ser têkoşîna hevpar. Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxên KESK’a Sêrtê Osman Yuztaş jî banga bidawîkirina bêhiqûqiyên heyî kir.    Sekreterê Koordînasyona Bajar (ÎKK) a TMMOB’a Sêrtê Firat Şîmşek jî anî ziman ku polîtîkayên qeyûm êrişeke li dijî kedê, jinan, îradeyê û xwezayê ye û banga têkoşîna li dijî xespkirina îradeyê kir. Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn jî got ku ev sê serdemin îradeya gelan bi awayekî nehiqûqî tê xespkirin. Alptekîn, diyar kir ku qeyûm, êrişeke li dijî mafê bijartin û hilbijartinê ye.    TALAN Û DIZÎ   Parlamentera DE Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî got ku rêya aştiyê ji demokrasiyê derbas dibe û wiha pê de çû: “Li dijî şaredariyê derbe hate kirin û îradeya gel hate xespkirin. Em ê destûrê nedin qeyûmên ji bo talan û diziyê hatin bajar tiştên aydê gelê me bidizin. Em ê kiriyarên wan teşhîr bikin û tiştên aydê gel dîsa li gel vegerînin.”    Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî wiha got: “Heke biratiya me bixwazin, heke aştiyê bixwazin, wê demê bila êrişan bidin sekinandin. Divê ji bo îradeya gelê Kurd rêzê bigirin. Heke çareseriyê bixwazin bila li Rojava binêrin. Bila destkeftiyên gelê Kurd nas bikin û van êrişan bidin sekinandin.”    Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku divê ji bo îradeya gel rêz were girtin û bang li xelkê bajar jî kir ku li dijî xespkirina îradeyê helwesta xwe nîşan bide.    Piştî axaftinan, çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” bi dawî bû.