HSD: Herî kêm 4 çete hatin kuştin 2025-02-02 12:22:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandina HSD’ê diyar kir ku hêzên li dijî dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter çalakiyên bibandor li dar xistine û di çalakiyan de herî kêm 4 endamên komên paramîlîter hatine kuştin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ jî li dijî van êrişan bersivên tund didin. Navenda Ragihandina HSD’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, daxuyaniya HSD’ê wiha ye:    "Hêzên me di çarçoveya bersiva rewa ya li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, duh (Şemiyê) li herêma Pira Qereqozaqê û Minbicê çalakî li dijî baregehên leşkerî yên dagirkeran li dar xistin. Di 3 çalakiyên bibandor ên hêzên me yên li dijî baregeha dagirkeriya Tirk a li herêma Girê Qereqozaqê de 4 çete hatin kuştin, 10 çete birîndar bûn û erebeyeke leşkerî hat derbkirin.   Hêzên me li aniya bakurê Bendava Tişrînê, li kombûnên çeteyên dewleta Tirk a dagirker xistin. Li vir jî kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.   Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê çalakiyeke bibandor li dijî baregeha dagirkeran a li beramberî gundê Til Lebenê li dar xist. Bi qasî hat tesbîtkirin di çalakiyê de leşkerekî Tirk ê dagirker hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Her wiha pergaleke radarê û ya çavdêriyê hatin îmhakirin û zerarên mezin li baregehê bûn.   ÊRIŞA LI DIJÎ EŞMÊ    Dewleta Tirk a dagirker ku sûcên xwe yên hovane li dijî gelê me didomîne, li gundê Aşmê yê rojavayê Kobanê malek bombebaran kir. Di encamê de ku piranî jin û zarok in 12 sivîl birîndar bûn. Birîndar piştî ji bin enqazên malê hatin derxistin veguhestin nexweşxaenyan.   Balafirên şer gundê Munîr Hebîb ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û balafireke bê mirov a bi çek jî gundê Idiqê jî kir hedef. Di encama bombebaranan de zerarên madî çêbûn.   Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek gundên Bîr Hiso, Xeseq, Melha, Xirûs, Tîna û Cade yên li başûrê Kobanê bombebaran kirin. Di encamê de şervanekî me şehîd bû û 4 jî birîndar bûn. Hemwextî bombebaranê, gundên navborî bi obîs û tankan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên madî yên mezin li milkên û baxçeyên şêniyan bûn.   Balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk li gundewarê bakurê Bendava Tişrînê û herêma Dêr Hafirê rêze êriş pêk anîn. Di encamê de şervanekî me şehîd bû.   Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê sivîl bombebaran kir û 2 kes birîndar bûn.   Şervanên me di şer û pevçûnên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de berxwedaneke mezin nîşan dan. Şervanan derbên giran li leşkerên Tirk û çeteyên wê yên ku balafir, obus, tank û hemû cure çekan bi kar tînin, xistin. Di berxwedana hefteya dawî de 6 hevalên me yên ji Dêrazorê, Reqa û Kobanê li eniyên Kobanê, Qereqozaqê û Bendava Tişrînê gihiştin asta şehadetê. Şervanên şehîd bi xwîna xwe ya pak rihê xwişk û biratiya Kurd-Ereb li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan da."