Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan 2025-01-31 10:01:46 AMED - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û bangên hikûmetê nirxand. Kartal, bal kişand ser banga hikûmetê ya “çekan deynin” û wiha got: “PKK ne sedem, encam e. Heta sedemên çekrakirinê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di 23’yê Cotmeha 2024’an de bi biraziyê xwe Omer Ocalan re hevdîtin kir. Di 28’ê Kanûna 2024’an û di 22’yê Çileyê de jî Abdullah Ocalan bi Parlamenterên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê re hevdîtin kir. Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina dawî got: “Xebatên birêz Ocalan ên ji bo pêvajoyê didomin. Dema amadekariyên xwe yên di vê mijarê de temam kir dê daxuyaniya pêwîst bi raya giştî re parve bike.” Nîqaşên li ser peyamên li Îmraliyê didomin lê hikûmetê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd heta niha jî tu gav neavêtiye. Di serî de serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, tu rayedarên AKP’î ji bo gavavêtinê tiştekî nabêjin û tenê banga “çekan binax bikin” dikin.    Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî peyamên ji Îmraliyê hatin û banga “çekan deynin” ên îktîdarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    Kartal, diyar kir ku divê baş bê fêmkirin bê ka hevdîtinên li Girava Îmraliyê di kîşan mercan de û çawa hatine destpêkirin û wiha got: “Anku divê em karektera vê pêvajoyê û mercên wê rast fêm bikin. Divê em nirxandinên xwe li gorî vê bikin. Dewlet, ev 10 sal in ‘Plana têkbirinê’ dimeşîne û ji hêla leşkerî ve encamek bidest nexist. Ji hêla siyasî ve jî hikûmetê hêza xwe winda kir. Her wiha ji ber şerê topyekûn û awarte jî ketin nava krîza aboriyê. Li gel şert û mercên li Tirkiyeyê, her wiha di çarçoveya Filistîn, Hamas, Îsraîl, Hîzbullah, Sûriye, Iraq û Îranê de jî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê heye. Vê rewşê, di nava dewletê de ku ev sed sal in polîtîkayên tunekirin û redkirinê didomîne jî tirs ava kir.”    ‘BEREYA HÊZ DERBASÎ WELATÊN EREBAN BÛ’    Kartal, anî ziman ku 10 sal berê li Rojhilata Navîn di dema pêvajoya Bihara Ereban a li Sûriyeyê de Şoreşa Rojava derket holê û ev nirxandin kir: “Niha dibe ku li parçeyên cuda yên Kurdistanê pêvajoyeke nû, şoreşên nû, destkeftiyên nû derkevin holê. Rêveberiya Tirkiyeyê ditirse ku hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn bi Kurdan re pêwendiyan deynin. Rêveberiya Tirkiyeyê ev yek ferq kir; di nava van geşedanên li Rojhilata Navîn de mîna berê nikare rewşa xwe ya stratejîk biparêze û di hinek mijarên sereke de girîngiya xwe ya stratejîk winda dike. Hem di xeta enerjiyê ya nû de hem stratejiyên leşkerî yên nû ku NATO li Yewnanistan û Qibrisê pêş dixe, hem tifaqên ku Îsraîlê di çarçoveya Peymana Îbrahîmî de bi welatên Ereb re pêş xistî û hem jî li Sûriyeyê - her çend Tirkiye weke otobanê hatibe bikaranîn jî - rol û mîsyon dan Erebistana Siûdî û welatên Ereb. Tirkiye dibîne ku êdî ew girîngiya wê ya stratejîk nemaye lewma ketiye nava tirsê. Ji ber vê jî ketiye nava hewldana ‘Hêj tu kesekî bi Kurdan re têkilî nedaynî ez bi wan re deynim.’ Bi vê têkiliyê re dixwaze tevgera siyasî ya Kurd bixe bin kontrola xwe û pêvajoyeke di bin kontrola wan de pêş bixe. Lê belê di mijara çareseriyê de tu tiştekî zelal nîne û qaneh nebûne. Lê girîng e ku ev pêwendî li Îmraliyê bi Rêber Apo re danîne.”    ‘DI HER DU HEVDÎTINAN DE JÎ ŞANDEYA DEWLETÊ HEBÛ’    Bi domdarî Kartal ji bo hûrgiliyên peyamên bi raya giştî re hatine parvekirin jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Di her du hevdîtinên li Îmraliyê de rayedarên dewletê jî hebûn. Dewletê û Rêber Apo di navbera xwe de hevdîtin, nîqaş û muzakereyên domdirêj kirin û gihiştin hinek encaman. Ya ku tê fêmkirin ew e ku ji nexşerêyeke dirêj zêdetir, gav bi gav pêş dikeve. Wisa tê fêmkirin kirin ku hevdîtina duyemîn jî wisa bûye. Lewma divê pêvajo baş were fêmkirin. Rastiyeke dewletê heye ku ji polîtîkayên tunekirin û înkarê yên sed sal in didomîne encam negirtî, ji ‘Plana têkbirinê’ encam negirtî heye. Çûna cem Rêber Apo, navê wê çi lê dikin bila bikin û çi jê re dibêjin bila bibêjin, hevdîtina bi Rêber Apo re ye. Pêvajoyeke muzakereyê ya klasîk nîne. Anku aliyên sêyemîn an jî kesên cuda li ser maseyê nînin. Şandeya dewletê û il ser navê gel jî Rêber Apo heye. Nîqaş tên kirin û encamên wê bi şandeyê re tên parvekirin. Dê piştî hevdîtina duyemîn daxuyanî bihata dayin lê nehat kirin. Xuyaye dewlet israr dike ku Rêber Apo hinek tiştan û hinek peyaman parve bike. Rêber Apo jî di vê mijarê de gelek zelal e. Bi helwesta xwe nîşan dide ku heta bingeha qanûnî ya çareseriya pirsgirêka Kurd neyê amadekirin, di çarçoveya zext û daxwazên dewletê de dê tu bang neyên kirin.”    Kartal, got ku di vê mijarê de tu agahî li ber destê wan nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em Rêber Apo nas dikin. Rêber Apo, gav bi gav û bi aqlê selîm ketiye nava lêgerîna ‘gelo dikarim çawa pêş bixim.’ Di vê pêvajoyê de yekser li ser hate axaftin, gotin ‘ev mesele xelas, dê bang bên kirin.’ Ev gotin şaş in. Ev ne pêvajoyeke wisa ye. Hevdîtin, nîqaş, amadekirina raya giştî û pêvajoyeke gav bi gav pêş dikeve heye. Bi lez û bez gotinên erênî yan jî yên neyînî yên weke ‘ev meseleye xelas’ rast nînin. Divê her kes bi aqilekî selîm nêz bibe.”    ‘PKK ENCAMEK E’   Di berdewamê de Kartal bal kişand ser daxuyaniyên têkildarî “tesfiyekirina PKK’ê” û ev nirxandin kir: “PKK ne sedem e, encam e. Anku encama polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewletê ye. Beriya sala 1923'yan Kurd pêkhateyeke pêvajoya Şerê Rizgariyê bûn. Li Parlamentoyê ‘Qanûna xweseriyê’ di rojevê de bû. Li her derê qala dîroka hevpar a Kurd-Tirkan dihat kirin. Kurd li ser vî esasî tev li pêvajoyê dibin. Lê belê piştî Lozanê (Komar) berevajî vê bi Destûra Bingehîn a 1924’an re ku rêveber û nûnerên Komarê paronaya parçebûnê dijiyan. Piştî avabûna Komarê, îcar jî feraseta ‘Hewcehî bi Kurdan tune ye’, ya yekperest, înkarger û tunekirinê esas hate girtin. Van polîtîkayan jî rê li ber serhildanên Kurdan vekir. Serhildanên Kurdan bi qirkirin û komujiyên mezin biencam bûn. PKK encameke ku li dijî vê rewşê derketiye. Anku sedema derketina PKK’ê ev e. Heke PKK nebûya dê tiştekî din bûya. Lê heta ku ev rewş hebe dê têkoşîn bidome. Li dijî înkar û îmhayê dê her tim lêgerîna azadiyê ya Kurdan hebe.”    ‘HETA SEDEM JI HOLÊ NEYÊN RAKIRIN ÇEK NAYÊN BERDAN’    Kartal, got ku daxwazên azadiyê yên gelê Kurd bi îmha, înkar û tunekirinê rû bi rû mane û wiha axivî: “Lewma bingeha têkoşîna qanûnî û siyasî tune ye. Kesên têkildarî pirsgirêka Kurd diaxivin tên girtin, cezayên giran lê tên birîn an jî tên qetilkirin. Rewşeke înkar, îmha û qirkirinê heye. Pirsgirêka Kurd, daxwaza edaletê ya gelekê tê înkarkirin û tune tê hesibandin. Daxwaza heq, hiqûq û qanûnî ye. Yên van daxwazan dikin tên qetilkirin û cezakirin. Li dijî vê zor û zordestiyê, PKK jî ku bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd derket rê, neçar ma ku çekdarbûnê esas bigire. Bi vê dikare xwe li ser pêyan bigire û pêş bikeve. Sedema çekdarbûna PKK’ê jî ev e. Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin û heta ku dewlet çekê weke siyasetekê li dijî Kurdan bi kar bîne, dê aliyê Kurd jî her tim ji bo parastina xwe di rojeva xwe de bihêle.”    ‘TEMÎNATA QANÛNÎ TEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ YE’    Kartal, got ku heta temînateke qanûnî nebe tu pêbaweriya gotinan nîne û ev tişt anî ziman: “AKP’ê di salên 2013-2015’ê de pêvajo du sal û nîv domand. Bi Mutebeqeta Dolmabahçeyê re jî gihişt astekê. Tevî vê jî Erdogan got, ‘Haya min ji tu tiştekî nîne û her tişt bêyî agahiya min hatiye kirin.’ Her tişt înkar kir û mase belav kir. Lewma temînata qanûnî tekane rêya çareseriya pirsgirêka Kurd e.”    ‘PEYWIR DIKEVE SER MILÊ HER KESÎ’   Kartal, bi bîr xist ku her kesên pêvajoya Îmraliyê meşandin tên darizandin û wiha got: “Tevahiya hevdîtinan di bin kontrola hikûmeta AKP’ê de hatin kirin. Lê tevek jî hatin cezakirin. Lewma Rêber Apo di hevdîtina ewil de konseptek ji bo serokê parlamentoyê û partiyên siyasî da destpêkirin. Hevdîtinên bi partiyên derveyî meclisê, bi rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û hwd. ne tenê biryara Serok Apo ye. Ev, biryara Serok û şandeyên li ser navê dewletê hevdîtin kirin a hevpar e. Biryarên ku di encama nîaş, hevdîtin û muzakereyan de hatine dayin, Rêber Apo li ser maseya ku rêveberên dewletê jî rûniştî ne, bi şandeya DEM Partiyê re parve dike. Formata hevdîtinan ev e. Lewma divê pêvajoya qanûnî dest pê bike. Nexwe dê bawerî pê nebe. Lewma jî hem li parlamentoyê hem jî li derveyî parlamentoyê peywir dikeve ser milê her kesî.”    Kartal, anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd tenê bi demokratîkbîna Tirkiyeyê û yekitiya wekhev a gelan pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Nabe ku ev pêvajo tenê bi hêviya AKP-MHP’ê ve bê hiştin. Di serî de CHP divê hemû partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyî, çapemenî û gel li ser platformeke demokratîk bê gel hev û wisa bê meşandin. Perspekftîfa Tirkiyeya Demokratîk divê yekitiya stratejîk a Kurd û Tirkan esas bigire. Divê Tirkiye feraseta netewe-dewletê ya Lozanê derbas bike û modêleke demokratîk pêş bixe. CHP, divê pêşengtiya vê pêvajoyê bike. Li dijî siyaseta teng a AKP-MHP'ê divê azadiyên demokratîk û aştiya civakî esas bigire. Nexwe aloziyên herêmê dê Tirkiyeyê bixin nava krîzeke girantir. Lewma em bang li her kesî dikin; bi taybet jî ji bo piştevaniya raya giştî divê her kes bihestiyarî tevbigere.”    MA / Delal Akyuz - Mujdat Can