Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Em piştgiriyê didin îradeya çareseriyê 2025-01-24 09:26:50 WAN - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz gavên divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bên avêtin nirxandin û got: "Paradîgmaya çareseriyê ya ku Abdullah Ocalan daniye meydanê, pêwîste her kes piştgiriyê bidê." Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.   Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz nîqaş û peyamên têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nirxandin.   'DIVÊ EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN ÇARESERIYÊ'   Ozaraz bal kişand ku aştiya civakî bivênevê ye û got: "Heta ku aştiya civakî pêk neyê jiholêrakirina bêhiqûqiyê ne pêkan e. Em diyar dikin ku heta pirsgirêk çareser nebin dê demokratîkbûn pêk neyê û yek ji rêyên bingehîn ên jiholêrakirina pirsgirêkan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd em careke din dubare dikin ku pirsgirêka kurd ne meseleyeke çend rojî an jî mehan e."    Ozaraz da zanîn ku hemû pirsgirêkên li welêt çavkaniya xwe ji pirsgirêka kurd digirin û got: "Çareserkirina vê pirsgirêkê dê hemû gelan li ser xaleke hevpar û li ser xeteke demokratîk li hev bicivîne. Ji bo aştiya cîhanê jî wê tevkariyên girîng bikin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku ev hevdîtin pir bi qîmet in û divê hemû gel piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. "   TEMÎNAT   Ozaraz anî ziman ku divê mafên kurdan ên ziman û çandî bên qebûlkirin û got: "Zimanê kurdî hê jî di protokola meclisê de wekî 'zimanê nayê zanîn' tê qeydkirin û tê qedexekirin. Şano tên qedexekirin, konserên hunermendên kurd tên betalkirin. Divê ziman di perwerdeyê de, di saziyên fermî de û di raya giştî de bê bikaranîn ku hemû beşên civakê di nav xwe de bihewîne. Li gorî pîvanên din ên hiqûqî, mafê gel e ku ziman û çanda xwe biparêze û pêş bixe. Temînkirina vî mafî erka dewleta hiqûqê ye. Beriya her tiştî divê ev maf li welêt bên misogerkirin."    GAVÊN DIVÊ BÊN AVÊTIN   Ozaraz da zanîn ku divê ji bo siyasetmedar, hevşaredarên girtî û dozên siyasî jî hin gav bên avêtin û got: "Armanca bingehîn li vir rêgeza parastina demokrasiyê ye. Mafê kurdan e ku bi awayekî aştiyane bi tirkan re xwe bi rê ve bibin. Pêwîst e mafê rêvebirinê bi destûra bingehîn bê misogerkirin. Pirsgirêka sereke ew e ku hev du qebûl bikin û gelek xalên wekî rakirina astengên li pêşiya azadiya derbirînê û parastina mafê çapemeniya azad hene. Di vî warî de jî divê gav bên avêtin. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin gavên ku hem desthilat û hem jî tevgera kurd piştî van hevdîtinan avêtine."   Ozaraz destnîşan kir ku divê di zimanê di warê çareseriya pirsgirêka kurd de tê bikaranîn mirov baldar be û got ku ew piştgiriyê didin îradeya çareseriyê.    Ozaraz got: "Divê mirov piştgiriyê bide paradîgmaya çareseriyê ya Ocalan."    MA / Adnan Bîlen - Rûken Polat